Di salvegera 12emîn a jenosîda Şengalê de, em ji bo bîranîna hemû kesên ku me winda kirine, bejna xwe ditewînin.
Li Şengalê di 3ê Tebaxa 2014an heman demê de du komkujî pêk hatin. Yek jê ji bo îmhakirina fîzîkî ya Ezîdiyan bû, ya din jî komkujiyeke çandî bi reya feminizid bû ku li ser jinên Ezîdî pek hat. Ji ber ku ên ku hilgirên çand û nasnameya resen ya Êzîdiyatî jin bûn. Armanc ne tenê îmhakirina fîzîkî ya Ezîdiyan bû, lê belê ji holê rakirina wan a bi temamî ji ser rûyê erdê bû.
Bi berxwedana xwe ya bi hezaran salan, Êzîdî li ser jinan wekî hilgirên çand û nasnamê li wê heremê dikari bûn cewherê eslî yê nasnameya Kurdî li ser piya bigrin. Ji ber vê sedemê jinên Êzîdî rastî êrîşên herî hovane yên sedsalê hatin. Jinên Ezidî hatin revandin, destavêtin, îşkencekirin û li bazarên koleyan hatin firotin. Bi hezaran jin hîn jî winda ne.
Jenosîda 3′a Tebaxa 2014an di bin maska DAIŞ’ê ve pek hat. Di van çend rojên dawî de, di bin maska pevçûna Şîe-Sunî derdorê Şengalê tê metirsiyek heye. Lê ev yek di serî de ne li ser Îslamê Şîe an Sunî ye. Ew li ser bidestxistina kontrola herêmê ye, di çarçoveya armancên stratejîk ên nû de.
Şengal, ku bi sedsalan e ji bo Êzîdîyan cihekî pîroz e, dikeve nav herêmeke sînorî ya ji aliyê erdnîgarî ve girînge. Ew cihek e ku Bakûr, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi hev ve girê dide.Şengal herwiha dikeve nav parêzgeha Mûsilê ku gelek caran bûye cîhê pevçûnên desthilatdarên Tirk, Ereb û Faris. Mûsil herwiha herêmeke ku di bin çavdêriya hêzên cîhanî de ye jî.
Îro, Ezîdxan careke din di navbera şerê hêzên cîhanî û herêmî ji bo jeostratejî ye de ye.
Wekî din, ji bilî pêşkêşkirina alîkariya mirovî, tu hikûmet û parlamenên ku jenosîd nas kiribûn, ti tedbîrên siyasî negirtin da ku pêşerojeke ewle ji bo Êzîdiyan misoger bikin.
Lêbelê, daxwaza ku ji aliyê rêxistinên jinan û civaka sivîl ve li Ezidîxanê dihat kirin, dayîna statuya otonom di çarçoveya yasayî ya Iraqê de bû.
Komîsyona Jina a KNKê
1ê Tebax 2026



