Di Xebata Yekîtîya Neteweyî da 27 Sal!

vê gotarê parve bikin

27. Salvegera Damezrandina KNKê Pîroz be!

27 sal pêş niha, rojên 24-25-26.05.1999an da, li welatê Hollanda, li bajarê Amsterdam ê, bi beşdarbûna gelek mêhvan û dostên Kurdan, nûnerên gelên Kurdistan ê, di huzûra Cihanê da kombûn û damezrandina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – KNKê ragihandin. Ew roj rojekî dîrokî bû, cara yekem bû ewqas nûnerên partî, rêxistin, sazî û pêkhateyên Kurdistanî û ji hemî pîşeyan kesayetên serbixwe yên Kurdistanê, dihatin ba hev û dezgeheke neteweyî avadikirin. Di xebata yekîtîya neteweyî da, di vê astê da gava yekem bû û di dîroka Kurdistanê da mînakekî weke vê nîne. Lewma jî ev roj bû dîrok û bû rojekî pîroz.

Yekîtîya neteweyî ya Kurdan, serê sedan salane bûye xwestinek mezin, bûye xewn û xeyala şairan, nivîskaran, xebatkaran, serok û rêberan. Şair û nivîskarê mezin Ehmedê Xanî 332 sal pêş niha vê xeyala xwe vî rengî dinivîse:

“Ger dê hebûya me tifaqek
Vêkra kiriba me inqiyadek
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ilm û hikmet”

Herweha Hacî Qadir ê Kûyî ku weke Ehmedê Xanîyê duyem tê navkirin, 140 sal pêş niha, weha dewam dike:

“Lem beyne ittifaqî peyda biken be merdî
Şertek e ke bo hemû temam e
Ew şerte be kullî îttîfaq e”
Gelek serok û rêberan jî xwestine yekîtîya neteweyî avabikin, lê mixabin serneketine. Avakirina KNKê berdewama karên wa hemîya ye, avakirina KNKê pêkanîna wesyet û xewnên wa ye.

KNK, ji roja avabûnê pê ve xebata xwe ya pêkînana tifaqa mezin ya neteweyî û niştimanî dike. KNK wekî dezgehekî neteweyî û niştimanî di van 27 salan da gelek xebatên giring pêkanîn. Bîr û hizra yekîtîya navxweyî hate bilind kirin. Dîyaloga navxweyî hate xurt kirin. Di warê dîplomasîya navxweyî û derve da gavên giring hatin avêtin. KNKê bi kar û xebata xwe ya salan, di navbera Kurd û Kurdistanîyan da edetekî pozîtîf ava kir. Her kom û kombûna KNKê, bû şêwreke neteweyî û niştimanî. Di warê têkilîyên navxweyî da huqûqek hate temîn kirin…

Bi îlana Cejna Zimanê Kurdî, KNKê tradisyoneke mezin da dest pê kirin ku îro bûye cejneke seranserî û neteweyî li Kurdistanê û meydanên dîasporayê û hersal tête pîroz kirin.

Bi beyana Belgeya Stratejîk ve di têkilî û pozisyonên dînamîkên Kurdistanê da normên huqûqî û ehlaqî hatin destnîşan kirin ku herkes rîayet bike.

Ji avabûna KNKê heta niha çarêk sedsal derbaz bûn. KNK, wê hewldanên xwe yên yekkirin û xurtkirina dîplomasîya Kurdistanê, mezintir bike. KNK, wê hewl bide hemî hêzên parastina Kurdistanê di bin yek koordînasyonê da kom bike û xurt bike. KNK, wê bê navber hewlên xwe yên serxistina şoreşa Kurdistanê li hemî parçeyan xurttir bike. Herweha KNK, wê bê rawestan jibo armanca mezin ya yêkîtîya neteweyî û niştimanî dê kar û xebatên xwe berdewam bike.
KNK niha di nava hewldaneke mezin de ye. Ew ji ewe ku jibo xurtkirina yekîtîya neteweyî, bi beşdarbûna hemî partî, rêxistin, sazî, dezgeh, kesayetên sebixwe yên Kurdistanî û hemî pêkhateyên Kurdistanê, xebata komkirina Konferanseke Neteweyî ye. Ev xebat bi lezgînî berdewa me.

KNK di 27 salîya xwe da li ber ronahîya felsefeya Ehmedê Xanî, careke dî banga hemî xelkê Kurdistanê dike; çi reng dibi, çi hêz dibî, bi çi bîr û bawerî û ramanê dibi, ferq nake, werin nav KNKê de cihê xwe bigrin. Cihê hemû Kurdistanîyan di bin sihwana KNKê da heye.

Di van 27 salan da hinek endam û damezrênerên KNKê şehîd ketin û hinekan jî jiyana xwe ji destdan. KNK di şexsîyata Ismet Şerîf Wanlî, Îbrahîm Ehmed û Şehîd Denîz Bulbun da, hemî şehîdên Kurdistanê û hemî endamên KNKê yên jiyana xwe ji destdayî, bi dilekî germ bîr tîne û li ber bîranîna wa rêz digre.

Bi vê munasbetê em carekî dî, 27 salîya damezrandina KNKê, li hemî gelên Kurdistanê û dostan Kurdan pîroz dikin û ji hemî hêzên neteweyî re serkevtinê dixwazin.

Bijî Yekîtîya Netweyî.

Bijî KNK.

Konseya Rêvebir ya KNKê
23.05.2026

Bangewazî ji bo SEFERBERÎYA GIŞTÎ ya NETEWEYÎ