Gotin tiştek e, kirin tiştek din e: li Şame gotina xweş, li Serêkaniyê êrîş.
Biryara vegera welatîyên Serêkanîye di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî ya Sûriyê de, li pey hewldanên ku ji aliyê meclîsên bajaran yên koçberan ve têne birêvebirin. Li gorî peymana di 29ê Çileyê ya di navbera Rêveberiya Demkî ya Şamê û QSDê de hatibû îmzekirin, vegera hemî koçberan hatibû misogerkirin.
Li gorî şertên peymana ku bi Şamê re hatibû kirin, 410 malbatên Kurd yên ku berê xwe dabûn bajarên xwe, dema gihîştin Serêkaniyê, ji alîyê hinek hêzên çekdar yên aligerên HTŞê ve rastî êrîşên bi kevir, dar û çekan hatin. Di vê êrîşêda gelek kes birîndarbûn û gelek zererên madî jî pêkhatin. Ev êrîş ne êrîşeke tesedûfe, plankirî û bi organîze ye û di bin agahdarî û erêkirina rayedarên Şamê pêkhatîye.
Li gorî peyman û li hevkirina bi hukumeta Şamê re, hatibû pêşbînîkirin ku hikûmeta demkî ya Sûriyê dê gavên pêwîst bavêje, ji bo parastina mal û milkên koçberan, xanî, kelûpel û milkên wan li xwediyên wan vegerîne û kesên ne xelkê wî bajarî ji bajaran dûr bixe. Di hevdîtina xwe ya herî dawî de jî ya bi Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres re, hikûmeta Şamê piştrast kiribû ku ewê rêzê li mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî bigire.
Lêbelê, cudahiya di navbera gotin û kirinên rejîma Şamê de, di êrîşên dawî yên li ser Kurdên ku vedigeriyan malên xwe yên li Serêkaniyê de, careke dî eşkere bû.
Divê Neteweyên Yekbûyî, bi lezgînî mudaxeleya vî karî beke, bi hikûmeta Şamê re bikeve nava peywendîyan, hukumeta Şamê hişyar bike û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê destwerdanê bike.
Birêz Barham Salih, berpirsê penaberan yê NY’ê, duh got ku zêdebûna vegerê û pêdiviyên milyonan kesên ku hîn jî koçber in, piştgiriyeke navneteweyî ya berdewam hewce dike. Ji ber vê yekê divê UNHCR vegereke ewle ji bo xelkê Serêkaniyê û hemî koçberan misoger bike.
Bi vê munabetê em bang li hikûmeta Şamê dikin ku pabendiyên xwe bi cih bîne û tavilê êrîşên hêzên çekdar (ku girêdayî wana ne) yên li ser Kurdan rawestînin.
KNK êrîşa Serêkanîyê û êrîşkaran bi tundî şermezar dike, bang li hemû rêxistinên Kurdistanî û gelê Kurd dike ku ji bo piştgiriya gelê Serêkaniyê dengê xwe bilind bikin û bi hemî awayî xwedî li koçberan û hemî gelê rojavaya Kurdistanê derkevin.
Konseya Rêvebir ya KNKê
11.08.2026




