Nameya Vekirî
Ji Serokên Dewlet û Hikûmetên Welatên Endamên NATOyê re
Beriya Lûtkeya NATOyê ya li Enqerê, Tirkiyeyê, 7–8 Tîrmeh 2026
Rezdaran,
Em li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) beriya Lûtkeya NATOyê ya pêşerojê ya li Enqerê dinivîsin, da ku bala we bikişînin li ser pêvajoya diyalogê ya berdewam a di navbera Abdullah Öcalan, tevgera Kurd û dewleta Tirk de, ku armanca wê bidestxistina aştiyeke adil û mayînde ye. Wekî endamekî stratejîk ê girîng ê NATOyê, geşedanên li Tirkiyeyê xwedî encamên ku ji sînorên wê pir wêdetir in.
Çareseriyeke demokratîk a pirsa Kurdî dê aramiyê li Tirkiyeyê xurt bike û ji bo ewlehiya li seranserê herêmê bibe alîkar.
Di demekê de ku Sûriye, Iraq û Îran hemû bi nezelaliyeke kûr û pevçûnan re rû bi rû ne, pêvajoya diyalogê ya li Tirkiyeyê derfeteke kêmpeyda nîşan dide. Eger rê lê bê dayîn ku bi awayekî watedar pêş bikeve, ew dikare bibe alîkar ji bo Tirkiyeyeke aramdar û demokratîktir û alîkariyê bide kêmkirina tengezariyan li seranserê herêma berfireh, bi taybetî di derbarê Rojava li Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê ya Iraqê de. Pirsgirêka Kurd a çaresernedikirî gelek zehmetiyên siyasî û ewlehiyê de ye ku bandorê li herêmê dikin.
Aliyê Kurdî gelek caran pabendiya xwe ya ji bo çareseriyeke siyasî û danûstandinî nîşan daye. Bangewaziya Abdullah Öcalan a 27ê Sibata 2025an ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku çekên xwe deynê û xwe fes bike, derfeteke dîrokî ji bo aştiyê vekir û li pey wê gavên berbiçav hatin avêtin, di nav de agirbesteke yekalî û biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî. Birêz Ocalan, ku ji aliyê bi milyonan Kurd ve wek nûnerê wan ê rewa tê qebûlkirin û di danûstandinên aştiyê yên 2013-2015an de roleke navendî lîstiye, ji bo aştiyeke bi rûmet û bi bandor wek hevpeyvînerê sereke dimîne. Lêbelê, ji bo ku danûstandin bi ser bikevin, divê aliyê Kurd jî bikaribe di şertên adil de beşdar bibe. Berdewamiya astengkirina gihîştina Birêz Ocalan û domandina tecridê wî, bi pêvajoyeke aştiyê ya pêbawer re lihevnehatî ye.
Aştiyeke adil û mayînde li Tirkiyeyê ne tenê dê welat ji aliyê navxweyî ve xurt bike, lê herwiha dê di berjewendiyên ewlehiyê yên berfirehtir ên welatên din ên endamên NATOyê de jî be. Ew ê rîska pevçûna nû û koçberbûnê kêm bike, zexta tevgera penaberan ber bi Ewropayê ve kêm bike, û dê alîkariyê bide ji bo rawestandina radîkralîzasyona berfirehtir a ku ji ber şer û bêîstiqrariya berdewam a li derveyî herêmê çêdibe.
Ji ber vê yekê, em bang li welatên endamên NATOyê dikin, dema ku ew xwe ji bo lûtkeya li Enqerê amade dikin, ku piştgiriyê bidin şertên pêwîst ji bo pêvajoyeke aştiyê ya cidî û serkeftî.
Bi taybetî, em bang li serokên welatên endamên NATOyê dikin ku piştgiriyê bidin:
- çavdêrîkirin û domandina pêvajoya diyalogê ya di navbera dewleta Tirkiyeyê û tevgera Kurdî de;·
- dawîanîna îzolasyona lî ser Abdullah Öcalan û danîna şertên yasayî ku rê bidin wî bi awayekî azad û bi bandor di diyaloga bi rayedarên Tirkiyeyê re beşdar bibe;
- çarçoveyeke demokratîk û yasayî ji bo naskirina mafên bingehîn ên kolektîf ên gelê Kurd li Tirkiyeyê; û
nêzîkatiyeke siyasî ku aştiya û demokrasiya li Tirkiyeyê wekî tevkariyek ji bo aştiya û aramiya herêmî ya berfirehtir fêm dike.
Aştiyeke adil û mayînde di navbera dewleta Tirk û gelê Kurd de dê Tirkiyeyê xurt bike, alozî li seranserê Rojhilata Navîn kêm bike, rîskên koçberbûn û radîkalkirinê kêm bike, û dê bibe alîkar ji bo berjewendiyên ewlehiyê yên demdirêj ên Hevpeymaniyê.
Em ji bo baldarî û nirxandina we niha de spas dikin.
Bi rezdarî,
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê




