Peyamek ji jinên Kurd ji bo rejîma Îranê: Ne gef û ne jî zext dikarin jinên Kurd rawestînin

vê gotarê parve bikin

Peyamek ji jinên Kurd ji bo rejîma Îranê:  Ne gef û ne jî zext dikarin jinên Kurd rawestînin

Di rojên dawî de, ji aliyê rejîma Îranê ve gef û êrîşên li ser Kurdan zêde bûne.
Îdamkirina Kurd û endamên opozîsyona Îranê zêde bûne. Di her rewşê de, zordestiya li dijî jinan berdewam dike.

Em dizanin ku rejîma Îranê ji serhildanên navxweyî pir ditirse. Tecrûbeya tevgera Jin Jiyan Azadî hê jî nehatiye bîr kirin.

Ji ber vê sedemê, ji bo cara duyemîn cezayê îdamê li Varisha Mordi hatiye birîn. Rejîma Îranê ji hêza seferberkirinê ya jinên Kurd ditirse. Çalakiya tolhildanê li dijî jina Kurd Zainab Jalaliyan, ku 18 sal in di girtîgehê de ye, û cezayê nû yê darvekirinê yê li ser Varisha Moradi hatî birîn, ne kiryarên tesadufî ne.

Rejîma Îranê di Mijdara 2024an de cezayê îdamê li Varisha Moradî birîbû. Ev cezayê di sala 2025an de ji aliyê dadgehê ve hat betalkirin. Di 14ê Cotmeha 2026an de, dadgehê ragihand ku cezayê îdamê careke din hatiye birîn.

Peyama ku rejîma Îranê bi van kiryaran dide eşkere ye: ew li dijî jinan e, lê bi taybetî jî dijî jinên Kurd e.

Lêbelê, van gefan tu bandorê nakin; jinên Kurd ev yek li Rojavayê Kurdistan li dijî DAIŞê, û li Bakûrê Kurdistanê di 40 salên dawî de li dijî artêşa Tirk îsbat kirine. Jinên Kurd her wiha ev yek li dijî rejîma Sedam li Iraqê jî îsbat kirine.

Rejîma Îranê nikare krîza xwe ya kûr a dewletbûnê bi serlêdana li gefên navxweyî çareser bike. Jin û gelên Îranê azadiyê dixwazin. Ji bo vê yekê, demokrasî pêwîst e.

Rêya maqûl ya yekem, ew e ku bi welatiyên xwe re aştiyê çêbike. Berî her tiştî, bi jinan re aştiyê çêbike. Pêngava yekem ew e ku îdam bên rawestandin. Ya duyem, serbestberdana hemû girtiyên siyasî ye. Ya sêyem, vekirina rê ji bo veguhastineke demokratîk e. Dayîna mafên rewa yên çarenûsiyê ji bo Kurdan û hemû komên etnîkî yên din.

Ji bo bidawîanîna provokasyon û gefên din, divê rejîma Îranê tavilê Varhisha Moradi û Zainab Jalaliyan û Pekhshan Azizi serbest berde.

Komisyona Jina ya KNKê
20ê Cotmeh 2026

 

Êrîşa li Ser Kurdên Serêkanîyê Êrîşeke Plankirîye