Li derbarê kuştina gelê sivîl li Başûrê Kurdistanê – Banga Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji Neteweyên Yekbûyî, Komkara Erebî, Encûmena Federal ya Iraqê re
Dewleta Tirkiye di nava mehekê de bi balafirên bê mirov û balafirên şer êrîşî gelek herêmên Başûrê Kurdistanê kir û hejmarek welatiyên sivîl kirin armanc.
-
Di 23’ê Tebaxê de 2 jinên jornalîst ku mijûlî karê xwe yên rojnamegerîyê bên hatin kuştin.
-
Di 3’ê Îlonê de balafirên bêmirov yên dewleta Tirkiye êrîşî herêma Bradostê kirin û di encamê de şivanekî jiyana xwe ji dest da.
-
Di 4’ê Îlonê de li nêzîkî gundê Xelkanê êrîşî otomobileke sivîl û bav û du kurên xwe yên genc kirine armanc.
-
Di 5 Îlon de, wan êrîşî otombîlekê li nêzîkî Çawarta kir, di encam de bav û sê kur, ku yek ji wan zarokek nexweş bû hatin kuştin.
-
Di 10 Îlon de, êrîşî kampa Mexmûrê kirin û sê jin birîndar kirin.
-
Di 14 Îlon de, êrîşî gundê Gelaleya nêzîkî Mawat kirin ku zirarên vê êrîşê nehatiye zanîn.
Piştî ku di 15’ê Tebaxa 2024’an de di navbera dewleta Tirkiye û Hikumeta fedrala Îraqê de peyman hat îmzekirin, êrîşên dewleta Tirk yên bi taybet li ser gelê kurd, gihişt asteke gelekî xeternak. Eşkere ye ku armanca dewleta Tirk têkbirina destkeftî û pozîsyona Herêma Kurdistanê ye. Her çend ji meha Adarê û vir ve di navbera Erdogan û Sûdanî de lihevkirin hatine kirin jî, em û piraniya xelkê Iraqî ji paşeroja Iraqê nîgeran in. Ji aliyê din ve dewleta Tirkiyê ji meha Adarê ve bi dirçjahîya 45 kîlometran derbasî nav axa herêma Kurdistanê bûye û ev ji bilî binpêkirina sînor û serweriya welatekî cîran e, belkî berêvajî hemû rêsa û qanûnên navneteweyî ye jî. Ev leşkerên Tirk yên li Duhok, Amêdî û Bamernê corekê dagîrkerîyê ye. weke desthilatdarên herêmê serederiyê dikin û nasnameya welatiyên Iraqê kontrol dikin.
Li gorî destûra dewleta Iraqê, ku herêma Kurdistanê dike beşek ji Iraqa federal, hikûmet û dewleta Iraqê berpirsê serekene ji parastina sînorên Iraqê. Heke hevwelatiyên herêma Kurdistanê bi hevwelatiyên Iraqê bêne hejmartin, ji bo Iraqê şermeke mezin e ku ev hemû destdirêjiyên Tirkiyê qebûl dike. Li Cîhanê ti welatekî ku li hember kuştina hevwelatiyên xwe bi qasî Iraqê bêdeng ê bê helwîst nemaye. Lê mixabin Iraq ketiye nava komployên dewleta Tirk û li dijî berjewendiyên gelê kurd tevdigere. Ji aliyekê ve li gorî daxwaza Tirkiyê û bêyî agahdarî û biryara parlamentoya Iraqê, bi dewleteke ku beşek ji xaka wê dagîr kiriye û rê bi dagîrkeriyê daye û peymaneke bêhevseng îmze dike. Ji aliyê din ve, partî û rêxistinên Kurdistanî yên ku li gorî destûra Iraqê xwedî lîsans in, qedexe dike û hemû êrîş û derbaskirina sînoran ji aliyê Tirkiyê ve paşguh dixe. Ev hemû jî wê gumanê çêdike ku hikûmeta Iraqê jî bi hikûmeta Erdogan re li dijî berjewendiyên gelê kurd di hevkariyeke stratejîk de li hev dike.
Em weke Kongreya Netewîeyî ya Kurdistanê bi ti awayî vê helwesta dewleta Iraqê qebûl nakin, Emê deng û peyamên xwe yên nerazîbûnê bigihînin sazî û navendên navneteweyî û raya giştî û fermî ya Cîhanê.
Ji ber ku Neteweyên Yekbûyî, Komkara Erebî, Parlamentoya Iraqa Federal û partî û alîyên Iraqê bêdeng in, dewleta Tirk vê bêdengiyê weke erêkirinê şîrove dike û êrîşan derdixe asteke nû. Ne hikûmeta Iraqa federal û ne jî Neteweyên Yekbûyî li hember van êrîşan helwesteke cidî nîşan nedane. Divê sînorek ji êrîşên teroristîya dewleta Tirk re bê danîn ku bi armanca dagirkirin û qirkirina gelê kurd û xelkên herêmê ev navçe dagir kiriye.
Ji ber êrîşên dewleta Tirk ên bi balafirên bê firokvan û balafirên şer niha xelkê sivîl di bin metirsiyeke cidî ê mezin de ye.
Hewldana Recep Tayyîp Erdogan ya avakirina dewleta nû ya Osmanî û hevkariya wî ya bi komên tundrew re hevsengî û aramiya herêmê têk dide. Her wiha nêzîkatiya wî ya zêdekirina tundûtûjiyê di mijara Filistînê û şerê Îsraîl û Hemasê û herweha hewlên wî yên ji bo veguhertina nakokiyên Îran-Îsraîl ber bi şerekî berfireh ve, dê xizmetê ji pirsgirêka Filistînê û aştiya navçê re neke. Ji bo temamkirina avakirina dewleta Osmanî ya nû bi girêdana beşeke mezin ji xaka Sûriye û Iraqê bi axa xwe re, nîqaşên tevlihev yên wekî parastina sînor û ewlehiya neteweyî çêdike ku amanca xwe ya dagirkerîyê veşêre. Li hember vê pozîsyon û êrîşên dewleta Tirk, tenê hêza ku niha li dijî vê nêzîkatiyê radiweste, Kurd in, ji ber wê jî Tirkiye li herêmê hevpeymanî û rêkeftinên dijminatiya Kurdan dike û bi bikaranîna cudahî û parçebûna siyasî, nêzîkatiya xwe ya dagirkirina Herêma Kurdistana Iraqê temam dike. Eşkereye ku li Iraqê, hikûmeta Erdogan hewl dide Qibriseke nû ava bike û ev jî li herêmê bê îstîqrarî û metirsiyeke cidî çêdike.
Hikûmeta herêma Kurdistanê bi taybetî Partî Demokratî Kurdistan (PDK) û Hikûmeta Federal ya Iraqê ji ber berjewendiyên xwe şirîkên dagirkeran in. Nebûna helwesta Hikûmeta Iraq û herêma Kurdistanê bûye sedema nîgeranî û tirsa xelkê, bi taybet li gund û navçeyên sînorî.
Di encama rêkeftina 15ê Tebaxê de asayîşa welatiyan û serweriya dewleta Iraqê û herêma Kurdistanê têk çûye. Encameke din ya balkêş ya lihevkirina di navbera AKP-MHP-PDK û hikûmeta federal de ew e ku herêmeke berfireh ya devera Badînanê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatiye dagirkirin û bi sedan bermahiyên DAIŞ û bandên Cîhadîst yên tundrew li wir bicih bûne. Bi dehan gund vala bûne. Ev jî metirsiyeke mezine li ser paşeroja herêmê û derfeteke din dide hêzên terorîst ku xwe ji nû ve birêxistin bikin û êrişên nû pêk bînin. Bicihkirina hêzên DAIŞ’ê û çeteyên Cîhadîst ji bo tevahiya herêmê û heta tevahiya Rojhilata Navîn jî pê re metirsiyeke mezin e. Ev rêkeftin derfetê dide ji bo vejandina DAIŞê û bicihkirina wê li herêma Kurdistanê, dibe ku demografiya herêmê biguhere û aramiya tevahiya Iraqê têk bibe.
Ji ber vê yek, em bang li Neteweyên Yekbûyî, koalîsyona navneteweyî û Komkara Ereban dikin ku demildest dawî li êrîş û destdirêjîyên dewleta Tirkiye bînin û ji bo dawî li vê peymanê bîne, fiûarê li hikûmeta Iraqê bikin.
Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê