Kurte Dîrok

vê gotarê parve bikin

Kurd

Kurd li gel Ereb, Fars û Ermeniyan yek ji gelên kevntirînên Rojhilata Navîn in. Navê welatê ku ew lê dijîn Kurdistan e. Kurd xwedî zimanê xwe yê bi navê Kurdî ne. Kurdî beşek ji malbata zimanên hind û ewropayî ye. Kurdî wekî farisî, efxanî û belûçî ji zimanên Îranî ye. Tu eleqeya zimanê Kurdî bi Erebî û Tirkî re nîne. Gelê Kurd ku weke metirsiyeke cudaxwaz û bê nûnertiya fermî li ser asta cîhanê tê dîtin, ev sed sal e ku bi qirkirin, sûcên li dijî mirovahiyê û gelek binpêkirinên mafên mirovan re rû bi rû ye.

Piraniya pirsgirêkên Kurdan piştî Şerê Cîhanê yê Yekem derketine holê. Piştî hilweşandina Împaratoriya Osmanî, hêzên herêmî peymanek aştiyê îmze kirin – Peymana Sêvrê – ku di nav xalên wê de, di dahatûyê de avakirina dewletek serbixwe ya kurdî hatibû destnîşankirin. Lê piştî şerê serxwebûnê yê Tirkan ku di bin serokatiya Mustafa Kemal Atatürk û şagirtên wî de, Peymana Lozanê ket meriyetê. Vê peymanê pirsgirêka kurd bi temamî hişt û parçekirina Kurdistanê di navbera Tirkiye, Sûrî û Iraqê ya îroyîn de bi dawî kir. Lê belê beşa Rojhelatê Kurdistanê di sala 1639an de bi Peymana Qesrî Şîrîn di binî mêtingeriya Îranê de mabû. Bi  vê şêweyê Kurdistan di navbera çar dewletan de hatibû parvekirin.

Çanda Kurdî nêzî 4000 sal berê dema ku eşîrên Hind-Ewropî koçî çiyayên Zagrosê kirin, ku îro dilê herêma kurdan e, derket holê. Ligel ku serjimariyek fermî tunebe jî, tê texmînkirin ku îro di ser 50 milyonan de kurd hene. Her çiqas di Kurdistan di navbera Tirkiye, Îran, Sûrî û Iraqê de hatibe parvekirin û Kurd xwedî gelek ziman û olên cuda bin jî, ew xwedî hesteke hevpar a xurt û berfireh in.

Wusa dixuyê ku girîngiya jeopolîtîk a herêmê û kanên wê yên dewlemendên serax û binaxên girîng ên neft û avê, ne ku alîkariya kurdan kiriye, her tim wan asteng kiriye. Pirsgirêkên ku kurd li her welatekî rû bi rû dimînin ji aliyê xweza û giraniyê ve cuda bin jî, xalên hevpar ên ku nayên înkarkirin jî hene. Hema hema li her derê, Kurd bi tenê ji ber etnîsîteya xwe bi gumana hişmendiya cudaxwaz re rû bi rû mane. Herwekî qirkirina etnîkî, polîtîkayên ‘Erebkirin’ û ‘Tirkkirinê’ bi komkujî, koçberkirin û qedexekirina çand û zimanê Kurdî hatine rûbirûhiştin. Di van dehsalên dawî de, Kurdistan bûye qada jenosîd, sûcên li dijî mirovahiyê, kuştinên bê daraz, îşkence, koçberkirina komî, sansur û binpêkirinên din ên li dijî hiqûqa navneteweyî.

Îro bi milyonan Kurd li eyaletên cuda cuda wek kesên jicîhûwarkirî dijîn. Di  encama şerê çekdarî de rê li ber vegerandina cih û warên xwe nayê girtin. Bi milyonan ji wan li seranserê cîhanê wek koçber, penaber û penaxwaz dijîn.

Kurd

Îran

Di ser 10 milyonan de Kurd li Îranê dijîn. Cudakariya li dijî Kurdan ku piraniya Sunnî ne, li Îrana Şîe ji welatên din aloztir e. Ji ber zêdekirina aliyê olî û ji ber ku bingehê zext û zordariya dewletê ya li ser Kurdan di ‘ewlekariyê’ de û her wiha faktorên din jî hene, ji grûpên din ên ku di bin zordestiya dewleta Îranê de ne, roleke çalaktir di berxwedana li dijî rejîmê de cihê xwe digirin.

Di dema ku li ser mijara nûkleerê  bala cîhanê li ser Îranê ye hêzên ewlehiyê yên Îranê bi polîsên tundtir hewildanên xwe ji bo misogerkirina ‘yekparebûna komarê’ zêdetir kirine. Darvekirin, kuştinên bê daraz û bûyerên ‘wendakirinê’ zêde bûne, parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên sivîl her tim rastî tacîzê hatine û wê bên.

Iraq

Îro li Îraqê di ser 6 milyonan de Kurd dijîn. Li Iraqê di sala 2003 de ji bo Kurdên welat  derfetek nuh peyda bû. Piştî ku Saddam Husên ji desthilatdariyê ket, li dijî cudahiyên berê, yên ku Kurd pê re  rû bi rû mabûn, bi darizandineke xelet û darvekirina Saddam, rê li ber mafên 182.000 Kurdên ku di sala 1988 de  di operasyonên Enfalê de  hatibûn kuştin, girt. Dadveriya rasteqîn a ji bo bi hezaran malbatên mexdûrên Enfalê, pêwîstî bi kampanyaya lênêrîn û tezmînateke guncav a li ser berdewama bandorên derûnî, civakî, aborî û siyasî yên qirkirina Enfalê hebû.

Di warê siyasî de, YDA her du partiyên serekeyên kurd, anî cem hev û wan hikûmeta Herêma Kurdistanê ava kirin. Ji bo aramî û pêşketinê ev hevkarî bû pêngaveke girîng. Lêbelê, serhildan û tundûtûjî berdewam e û gefê li vê serkeftinê dixwe. Bi taybetî nakokiyên tûnd, ên li ser rewşa dahatûya Kerkûkê, ji alî dewleta Tirk ve dibe sedema gefên destwerdana leşkerî. Di dawiyê de, bêmecaliyên bi vî rengî, rêveberîyê  ji mafên mirovan û aktorên sivîl dûr dixe û herêmê ber bi bêewlehiyê ve dibe.

Sûrye

 Binpêkirinên mafên mirovan li dijî nifûsa yek-mîlyonî ya kurdên Sûriyê rastiyek neguhêrbar bû heya ku aloziyên sala 2011-an hişt ku Kurd hin statuyek xweseriya pratîkî bi dest bixin. Nexwestina dewleta Sûriyê ji vegerandina hemwelatîbûna 360.000 Kurdên ku di sala 1962-an de ji hemwelatiya xwe hatibûn betalkirin, heta bûyera sala 2011-an ku bi gelemperî wek ‘Şoreşa Rojava’ tê binavkirin, di nav pirsgirêkên herî giran de bû. Hikûmeta Sûriyê zêdetirî 40 sal in bi rêya Rewşa Awarte rejîmeke ewlekarî ya tund li ser gelê Kurd ferz dike. Bi taybetî binçavkirinên dervayî darazê, îşkence û astengkirina azadiya derbirînê giran bûn û kesên ku belgeyên ku mafên mezintir dixwazin îmze dikirin hatin girtin û avêtin girtîgehê.

Îro Kurdên li Sûriyeyê tevî gelên Ereb, Ermenî, Suryanî, Tirkmen û Çerkez ên li herêmê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kirine. AANES li ser bingeha nirxên wekî demokrasî, ekolojî û azadiya jinê armanc dike ku di heman demê de yekitiya welat û gelên cuda biparêze ji bo demokratîkbûn û nenavendîbûna Sûriyeyê bibe mînakek pratîk. Lê belê êrîşên giran ên Tirkiyeyê heta niha nehiştine aramî û aştî li herêmê pêk were.

Tirkiye

Tirkiye bi awayekî sîstematîk binpêkirina mafên mirovan ên nifûsa xwe ya 25 milyon Kurd didomîne. Ligel ku hêvî heye ku pêvajoya endambûna YE’yê wê Tirkiyeyê teşwîq bike da ku rewşa kurdan baş bike, tundî û cudakarî li dijî kurdan bi rêkûpêk tê kirin.

Binpêkirinên sereke yên Tirkiyê îşkence û bikaranîna hêzên çekdar li dijî sivîlan in. Dewlet gelek caran hesab ji mirin û birîndarên ku dike red dike. Bi taybetî azadiya derbirînê hate hedefgirtin û li dijî Kurdên ku nêrînên xwe yên aştiyane tînin ziman gelek doz hatin vekirin. Mafên ziman jî tên astengkirin û heta li dibistanên taybet ên bi fermî destûr tên dayîn jî, pêdiviyên teknîkî di mufredatê de cih digirin da ku karê hînkirina kurdî hîn dijwartir bibe.

Şert û mercên ku di qanûnên antî-terorê yên Tirkiyeyê de cih girtine, yên wekî pênaseya berfireh a ‘terorîzmê’, ku destûr dide polîs ‘bê dudilî’ çekan bikar bînin û gumanbarên ‘bê têkilî’ 24 saetan bên girtin, hîn metirsîdartir in. Ev rêzikname ji bo girtin, darizandin an jî gulebarankirina ‘kesên nexwestî’ fersendeke berfireh dide dewleta Tirk û dîsa jî di çarçoveya qanûnî de dimîne.

Kurdên li Kafkasyayê

Li gor texmînan 75.000 Kurd (1,8% ji nifûsê) li Komara Ermenîstanê dijîn. Dema ku paytext Erîvan wek navenda çand û hunera kurdî tê hesibandin,ya têkçûyin de ne. Ev der bûye qada sirgûnkirina Kurdên Misilman û destdirêjiyên li ser nifûsa piçûk a kurdên xwecihî yên ku di pevçûnên li ser herêma Nagorno-Karabaxê ya nakokbar de beşdar bûne.

Li gor texmînan 200.000 kurd (% 2,8) li Komara Azerbaycanê dijîn. Reftara Azerbaycanê ya li dijî gelê wê yê kurd bi giranî ji nakokiya wê ya jorîn a li ser herêma Nagorno-Karabaxê ya nakokbar tê bandor kirin. Li Komara Gurcistanê jî bi texmînî 40.000 kurd (% 0,9ê nifûsê) hene.

Kurdên li Ewropayê

Çêbûna hebûna Kurdan a girîng li Ewropayê diyardeyeke nû ye. Kurdên ji Tirkiyeyê di salên 1960’î de li ser bingeha peymanên navbera hikûmetên li ser karkeriya koçberan weke karkerên koçber dest bi hatina Elmanya, welatên Benelux, Avusturya, Swîsre û Fransayê kirin. Piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê di sala 1979ê de, derbeya leşkerî ya li Tirkiyê di sala 1980an de, û bi encamdana Enfalê ya kujer a rejîma Iraqê li dijî Kurdan, pêlên li pey hev ên penaberên siyasî yên Kurd koçberî Ewropaya Rojava bûn û heta radeyekê jî derbasî Amerîkaya Bakur bûn. Kampanya valakirina bi darê zorê û wêrankirina gundên Kurdan ku di sala 1992’an de ji aliyê dewleta Tirk ve hat destpêkirin, polîtîkaya qirkirina siyasî ya siyasetmedar, rojnamevan, parêzer û akademîsyenên navdar ên Kurd ji aliyê ‘tîmên mirinê’ û hêzên paramîlîter ên Tirk ve û pevçûnên di navbera Kurdan de. Kurdistana Iraqê piştî sala 1994an, koçberiya kurdan ber bi Ewropayê ve zêdetir bû. Mixabin heta îro serjimêriya fermî ya nifûsa kurdan li Ewropayê nehatiye kirin, lê bi giştî tê texmînkirin ku îro li Ewropayê di navbera milyonek û du milyonan kurd dijîn.

Home
Em kî ne