Dîroka KNK’ê

vê gotarê parve bikin

Komîteya Amadekariya KNKê piştî xebata xwe ya çar salan, di demeke yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê herî zêde bûbû de, biryara xwe da ku bi fermî KNKê damezirînin. Ev yekemîn gav di 24ê Gulana 1999’an de li Amsterdamê hat avêtin. Piştî vê pêngavê PKK xistin nava lîsteya “rêxistinên terorîst” ew weke “rêxistineke terorîst” hat binavkirin. Di Şibata 1999an de li ser PKKê û rêberê wê Abdullah Öcalan komploya Navneteweyî hat bikaranîn û rêberê PKKê Abdullah Öcalan hat revandin û bi awayekî neqanûnî teslîmî Tirkiyeyê hat kirin. Pirsgirêka Kurd a Neteweyî bi şêweyeke nerewa veguherîbû arîşeyekê tawanê. Li ser vê bûyerê li çar parçeyên Kurdistanê û diyasporaya Kurd, li seranserê cîhanê xwepêşandanên mezin û bi hêrs hatin pêkanîn û bi vê şêweyê ji raya giştî ya navneteweyî re hat îsbatkirin ku netewebûyina pirsgirêka kurd bipêşdikeve û her diçe wê bi pêş bikeve. 

Avakirina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, bi dehan salane ku pêwîstiyeke lezgîn bû. Di dîroka hevdema Kurdan de ev rêxistîn, rêxistineke heri mezintirîn neteweya  bêdewlet a li ser cîhanê ye û di vê bûyerê de roleke siyasî ya mezin temsîl kir û li Rojhilata Navîn ji wê demê heta îro jî ew xwedî bandoreke siyasiya mezin e. Saziyeke berê ya bi navê Parlamentoya Kurdistanê, ya li Sirgûnê, gihîştibû armancên xwe. Ji ber vê egerê, êdî di nava Kongreyê de pêwîstî bi temsiliyeteke pir zêde ya Kurdanî hebû. Bi vê boneyê Parlamentoya Kurdistanê ya li sirgûnê di 26ê Îlona 1999ê de hat betalkirin. Di encama damezrandina KNKê de cara yekem e ku gelê kurd, di dîroka xwe de li çar parçeyên Kurdistana parçebûyî, li dîasporayê, Kurd li Rûsya û Yekîtiya Sovyetê ya berê, li Ewropa, Amerîkaya Bakûr, Awûstralya û cîhana Ereban, komên olî yên Kurdan (Sunnî, Elewî û Misilmanên Şîî, Êzidî, Ehle-Heq, Xiristiyan), komên zaravayên kurdî (Kurmanciya bakûr û başûr , dimilî <zazakî>, Goranî, Hewramî, Feylî) û gelê Asûrî-Kildanî yên li Kurdistanê ji wê demê ve di yek rêxistineke neteweyî de hatine temsîlkirin.

KONSEYA RÊVEBIR
Events