Deklarasyona Civata Giştî ya KNKê ya 23.

vê gotarê parve bikin

Deklarasyona Civata Giştî ya KNKê ya 23.

Bi munasebeta Civata Giştî ya KNKê, ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji derveyî welat nûnerên dehan partî û sazîyên Kurdistanî û gelek kesayetên serbixwe, li gel endamên KNKê beşdarê civînê bûn û li ser rewşa Kurdistan û Cihanê nîqaşên berfireh hatin kirin. Civîn bi hemî astî de bû şêwireke neteweyî û bi navê vê şêwirê vê deklerasyonê ji reya giştî re pêşkêş dike.

Civata Giştî ya 23. ya KNKê di demekî wisa da kom bû ku li herêma Rojhilata Navîn boyerên mezin diqewimin, şereke dijwar li seranserê herêmê berdewame û hingî diçi ev şer germtir dibe. Di encama vî şerî de gelek guhertin di herêmê de çêbûn û Rejîma Baes ya Surî têkçû. Li alê dî li bakura Kurdistanê û li Tirkîyê, nîqaşên germ yên çareserîya pirsgirêka Kurdî tênekirin û di vî warîde lêgerîn, dîyalog û bang hene.

Eve demeke li girava Îmralîyê di navbera Birêz Abdullah Ocalan û rayedarên dewleta Tirk de, li ser çareserîya pirsgirêka Kurd mûzakere têne çêkirin. Di encama van hevdîtinan da Birêz Ocalan roja 27.02.2025an da bi navê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” bangek kir. Li ser vê bangê, PKKê kongreya xwe ya 12. di navbera rojên 5-7ê Gulana 2025an de pêkanî. 12ê Gulanê jî encamên kongreyê bi daxuyanîkî ji reya giştî re hatin bilavkirin. Gorî daxuyanîyê, PKKê rola xwe ya dîrokî leyîstîye û jibo pirsgirêka Kurdî bi rêya aştî û diyalogê bête çareserkirin, Tevgera Azadîya Kurdistanê hêdî bi navê PKKê kar nake û li hember dewleta Turkîyê tekoşîna çekdarî radiwestîne.

Hem banga Birêz Abdullah Ocalan hem jî encamnameya kongreya PKKê, gavên dîrokî ne. Vê bang û encamnameyê di reya giştî Kurdî û ya Cihanê da dengekî mezin veda. Di asta sazîyên sereke yên navneteweyî û di asta hêzên Cihanî de, bi awayekî pozîtîf hatin pêşwazî kirin û bi daxuyanîyên xwe piştgirî dane pêvajoya aştî çareserîyê. Partî û rêxistinên Kurdisnî jî nîzingbûna xwe ya pozîtîf dane diyarkirin û xwedî li pêvajoyê derketin. Weke tê xwestin nebe jî, rayedarên dewleta Tirk jî bi awayekî erênî pêşwazî kirin.

Civata Giştî ya 23. ya KNKê, pêvajoya li Îmralîyê ya di navbera Birêz Ocalan û dewleta Tirk da, banga Birêz Ocalan û encamnameya kongreya PKKê, bi erênî dibîne û piştgirîyê lê dike. Jibo ev pêvajo bi awayeke serkevtî bigihê encamekî baş, emê jî weke KNK ji alê xwe ve hemî derfetên xwe kar bînin. Pêvajoyek giringe û eger pirsgirêka Kurdî li bakura Kurdistanê bikeve rêya çareserîyê, heman demê de bandorekî gelek pozîtîf li ser her sê parçeyên dî yên Kurdistanê û yekrêzîya nav mala Kurd û Kurdistaîyan jî dike.

Lê pêvajoyek weke tê xwestin heta niha ne meşîya ye. Hukumetê heta niha gavên şênber neavêhtine û peyamên wa ne zelalin û zimanê ragihandina wa jî ne zimanê aştîyê ye. Li alê dî heta niha jî operasyonên leşkerî berdewamin, çekên qedaxe û çekên kîmyewî jî dixebitênin. Ev rewş bi ti awayî nayê pejirandin.

Li ser vê:

Em bang li hemî hêz, sazî, partî, rêxistin û hemî gelê Kurdistanê dikin ku bi erênî nîzingê vê pêvajoyê bibin û piştgirîyê lê bikin.

Em bang li dostên gelê Kurd û hêzên aştîxwaz dikin ku vê pêvajoyê de gelê Kurd tinê nehêlin û jibo serkevtina vê pêvajoyê têbikoşin.

Em bang sêrîde li Neteweyên Yekbûyî û hemî sazîyên navneteweyî û hêzên Cihanî dikin û dibêjin; tinê daxuyanîyên erênî têrê nakin, peywendîyên xwe yên li gel Turkîyê jibo serkevtina vê pêvajoyê kar bînin.

Herweha em bang li rayedarên dewleta Tirk dikin û dibêjin, top hêdî di seha we da ye, vê derfetê ji destê xwe nerevînîn, jibo bikare vê pêvajoyê pêşve bibe Birêz Ocalan serbest berdin, hûn jî şer rawestênin, rojekî zûtir vê pirsê bêxin rojeva Parlamentoyê, zemîna siyasî û huqoqî ya çareserîyê pêkbînin.

Jibo bi awayeke baştir pêvajo pêşbikevi, jibo di navbera herdu milan de rêxwşker û ji hemî pêvajoyê re çavdêrîyê bike, pêwîstî li alekî sêyemînê bê teref heye. Civata Giştî ya KNKê bang li herdu alîyan dike ku rê li ber hêzên navberkar vekin û alekî sêyemîn erkdar bikin.

Em hêvî dikin ku hemî alî li berpisyarîya xwe xwedî derkevin û di encama vê pêvajoyê da pirsgirêka Kurdî bête çareserkirin.

Li alê dî rejîma Îranê jî di krîzek mezin de ye. Krîz hem ekonomîke hem civakî ye hem siyasîye. Rejîma Îranê, welat ji hemî neteweyên li Îranê, bawerîyên cuda û ji jinan re, kirîye zîndanek vekirî û li ser nefesa xelkê rûniştîye. Teybetî zext û zordarîya li ser jinan, hingî diçe zêdetir û girantir dibe. Ev rewş hêdî nayê qebûlkirin û hêdî gihiştîye qonaxa serhildanê. Piştî qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî, di pêşkêşîya gelê me yê li rojhalata Kurdistanê de, li seranserê Îranê serhildanek pêkhat. Ev serhildan bi rastê êrîşên giran hat û ji ber van êrîşên hovane herçend hinekî bê deng bûbe jî, lê heta niha jî ev serhildan berdewame.

Rejîma Îranê, partî û rêxistinên Kurd tewanbar dike, zext û êrîşên xwe li ser gel zêdetir dike. Di vî warî de peywendîyên Îranê yên bi Êraq û Herêma Kurdistanê re, cihê metirsîyê ne. Di encama van peywendîyan de partî û rêxistinên rojhilata Kurdistanê têne tengavkirin û hungî diçe ev zext zêdetir dibe.

Şerê li herêma Rojhilata Navîn, herî zêde bandora xwe li Îranê dike. Hêzên girêdayî Îranê hemî têne hedefgirtin. Di bingehîn da hedefa sereke Îran e. ev şer berdewame û wê guhertinên mezintir bi xwe ve bîne. Rejîma Îranê çi bike bila bike, hêdî nikare pêşîya xelkê bigre. Rejîm bi vî rengî berdewam nake û Îran ber bi guhertinê ve, ber bi şoreşeke nû ve diçe.

Jiber vê ne tinê hêzên rojhilata Kurdistanê, hemî hêzên Kurdistanê divê di nava amadebaşîyê de bin û ji guhertinan re amdebin.

Civîn, serhîldana di pêşengîya jinan de ku li rojhilata Kurdistanê destpêkir û li seranserê Îranê bilavbû, helwestek rewa û pîroz dibîne û silav dike û li seranserê Îranê piştgirîya tekoşîna zadîyê dike.

Rewşeke ne diyar li seranserê Êraqê jî heye û ev rewş jibo statûtaya Kurdistan jî xeterîyan bi xwere tîne. Jiber ku Êraq di na nava qeyranek mezinde ye, gelek destên biyanî jî dikevin nava Êraqê. Li devera madeya 140 pêvajoyek Erebkirinê li dijî niştecihên Kurd tê meşandin û gelek cihan destanîne ser zevîyên cohtyaran û Kurd ji gelek cihan têne derxistin. Mixabin vê rewşa ne diyar û xeternak de, hêzên Kurdî ne yek dengin û bilave ne.

Eve ji 7 mehan zêdetire li başûra Kurdistanê hilbijartin hatine çêkirin, lê heta niha hukumeta nû nehatîye avakirin û hilbijartina serokatîaya herêmê jî pêknehatîye. Di mehên payîzê de hilbijartinên Êraqê jî pêktên. Vê demê da yekrêzîya nav mala Kurd gelek giringe. Eger em weke Kurd yekrêz nebin, ststûya federal û gelek deskeftên me dikarin têkbiçin. Heman demê de deverên dabirayî (deverên maddeya 140) jî dikarin bi temamî ji Kurdistanê bêne qetandin.

Eve şeş mehin li Surîyê rewşek nû heye, Rejîma Baes têkçûye û hêzên selefî li Şamê bûne desthilatdar. Lê hakîmîyeta wa li ser temamê xaka Sûrîya nîne. Pirs û pirsgirêkên Surîya yê zêdene. Herçend bi Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîya yê re peymanek hatibe îmzekirin jî, lê mesele hêca nehatîye çareserkirin. Li hember bawermendin Elewî komkujî pêkhatin û eger tedbîr neyêne girtin ev komkujî li hember Elewî, Mesîhî û Durzîyan dê dubarebibin.

Desthilatdarên Şamê yên nû, dixwazin li ser neteweperîstîya Erebî sîstemeke Islamî avabikin. Bîr û hizrên wa ji pîvanên demokratîk dûrin. Jin û mafên jinan di rojeva wa nîne. Kesên sekuler û demokrat di bin zextan de ne. Ev jî rewşek ne dîyar derdixe holê. Eger Surîyeyek demokratîk avanebe, wê alozî berdewam bikin û mûmkine Surîye parçe bibe. Di vî warî de divê Kurd hişyarbin, dost û hevalbendên xwe zêdebikin. Li rojavaya Kurdistanê, konferansa di navbera hêzên Kurdî da pêkhatî gavek erênî û serkevtî bû. Em vê konferansê û biryarên wê silav dikin.

Rewşa li Kurdistan û li herêmê, krîtîke û ne zelale. Li gel tehlîkeyan eger em bikarin karbînin derfet jî hene. Dewletên dagîrker di nav qeyranên mezin de ne. Rewşa Êraqê ne diyare û bê istiqrarî zêde ye. Rewşa Surîya, li ber çava ye û heta demeke dirêj wê nekare xwe komî serhev bike. Îran weke li jor jî hatî behskirin, ber bi guhertînekî mezin ve diçe. Turkîya, her çend xwe xurt dbîni û derfetên weke şerê Ukrayna – Rusya û nakoyên navneteweyî jibo berjewendîyên xwe kartîne jî, lê ew jî di nava qeyranê de ye û paşeroja wê jî nediyar e. Şerê pêşîya 20 mehan li Filîstînê despêkiri berdewame û firehtir jî dibe. Kurdistan û hêzên dagirkerê Kurdistanê her yek bi awayekî di nava vî şerî de ne. Herêm weke berê namîne û statûko diguhere.

Li hember vê rewşê eger em bikarin xwe baştir rêkbixin û yekîtîya xwe xurttir bikin, emê bikarin statuyek mayînde ji hemî Kurdistanê re çêkin. Jibo vê yekê divê hemî hêz, partî, sazî û rêxistinên me, herweha hemî gelê me li çaralîyê welêt û li her derê lê dijîn, baştir hevbigirin, sekna xwe ya neteweyî û niştimanî xurttir û mezintir bikin. Bi vî rengî emê bikarin hemû plan û projeyên dewletên dagîrker yên dijê Kurdistanê pûç bikin.

Divê serdema hesas da bi dilxweşî em dibînin di nav hemî hêzên Kurdistanî de diyalog heye, em hêvî dikin ev diyalog bibe bingeha hevkarîyek xurt û yekîtîya neteweyî. Jibo em rojekî zûtir bigihên vê konaxa pîroz, Civata Giştî ya KNKê, carekî dî bang li hemî hêz, partî û rêxistinên Kurdistanî dike ku em konferansekî neteweyî kom bikin û hêzên xwe bikin yek.

Dem dema xurtkirina hevkarî û yekîtîye!
Bijî yekîtîya neteweyî û niştimanî!
Jin Jiyan Azadî!

Civata Giştî ya 23. ya KNKê
24. 05. 2025

Bayik-Karayilan: Yekîtiya neteweyî weke erkekî lezgîn li pêşiya me disekine
Em piştgiriya Banga Aşitî û Civaka Demokratîk dikin