Dehemîn Salvegera Jenosîda Şingalê

vê gotarê parve bikin

Em hemî êrîşên li ser Şingalê şermezar dikin û planên dijî îradeya gelê Şingalê red dikin!

Rojeke reş, tarî û hind jî xembar: 3ê Tebaxa 2014ê. Roja ku careke dî fermana qirkirinê li ser xelkê me yê Êzidî hatîye dan û di pratîkê da jî hatîye bi cih anîn. Şovenîzma Erebî, fanatîzm û kevneperestîya îslamî, di perspektîva dijî Kurd û Kurdistanê da gihiştin hev û di bin kirasê DAIŞê da ji dergehê Şingalê ve êrişî Kurdistanê kirin.

Şingal, warê qedîm yê xelkê me yê Êzidî, bi plan bû hedefa êrişa DAIŞê. Ji vê êrişa DAIŞê hemû dagîrkerên Kurdistanê memnûn bûn. Tirkîye, Îran û hetta rêvebirîya Bexdayê, rejima şovenîst ya Şamê bi zêdehî ve razî bûn. DAIŞ bû pêşenga bîr û hizir û hisên antî Kurd û antî Kurdistan yên van merkezên dagîrkerîyê. DAIŞ bû lolebkêşa sîstemên kolonyalîst yên li Kurdistanê. Bi vê êrişê ve esasen xwastin hemî destkevtên Kurdan li başûr û rojavaya Kurdistanê têkbibin û careke dî nîrê kolonyalîzmê danine ser stuyê Kurdan, hem jî ji alîyê teessubîya îslamî ve bawerîya Êzidîtîyê binbir bikin. Lewma jî fermana qirkirina xelkê me yê Êzidî dan.

Revdeya DAIŞê Şingal dagîr kir û dest bi komkujîya xelkê me yê Êzidî kir. Ji yên dorpêç kirî mêr pêkve kuştin, jin û zarok jî êxsîr kirin û ber bi dinyaya xwe ya reş ya kevneperestîya îslamî ve birin. Bi hezaran jinên ji xelkê me yê Êzidî di bazara xwe ya qirêj da kirine dîl û firotin. Tecawuzkarîyeke bêtixûb li ser jinan kirin. Yên ku ji ber vê xezeba DAIŞê revî bi sefaleteke mezin xwe gihandin cih û warên dî yên Kurdistanê. Çiyayê Şingalê dîsa ve bilindahîya xwe kire stargeha xelkê xwe yê Êzidî. Ev kiryara encam trajîk ya jenosîda li ser xelkê me yê Êzidî, Kurdistan û dinya hejand. Kurd, Kurdistanî ji her milî ve çûne hawara xelkê xwe yê Êzidî. Teybetî Gerîlayên HPGê, hêzên YPG û YPJê qegremanî û fedakarîyek mezin nîşandan, bi lezgînî mûdaxele kirin û pêşîya êrîşan girtin. Çi ji cepheyê sivîl ve, ji cepheyê leşkerî ve Kurd, Kurdistanî seferber bûn û ji milekê ve dijî DAIŞê şer kirin, ji milê dî ve xelkê derbederbûyî xwudan kirin. Dinyaya humanîter jî di vî warî da aktîv bû û hem ji alîyê leşkerî ve, hem jî ji alîyê hewcehîyên mirovî ve piştevanîyeke mezin û fireh digel Kurdan hate kirin. Hêzên neteweyî yên Kurdistanê, parastina xelkê me yê Êzidî da, berxwedaneke mezin ya parastinê kirin. DAIŞ bi seferberî û hevratîya hêza navxweyî û ya derveyî hate sekinandin û di serî da Şingal û cihên dî yên Kurdistanê ji DAIŞê hatin rizgar kirin.

Digel ku Şingal îro ji DAIŞê hatîye paqij kirin û êjmarek mezin xelkê me yê Êzidî li cih û warê xwe yê dapîr û bapîran bi cih bûye, lê hêj jî ew birîndarîya 3ê Tebaxa 2014ê di giyanê wan da dewam dike. Hejmareke bilind ya jinên Êzidî yên ku hatine êxsîr kirin hêj jî bêserûçûnin in û aqîbeta wan ne dîyar e. Ji ber hindê jî vê bûyera xembar jina Êzidî kirîye sembola xebat û têkoşîna dijî kevneperestî, fanatîzm û zihnîyeta reş ya îslamî û divêt ev pirsa jinên Êzidî bi hemû giranahîya xwe ve daîm di rojevê da bête ragirtin. Herweha hejmareke zêde ya xelkê me yê Êzidî di nav jîyana peneberîyeke dijwar da belav dibe, heta niha gelek Şingalî di qempan de ne û ne zivîrîne Şingalê. Divê rê li ber zivirandina Şingalîyan bêne vekirin û ji bo başkirina jîyana wan jî divêt xebatên neteweyî û navneteweyî bêne xurt kirin.

Mixabin hêzên ku lazimbû Şingal biparastina, hêzên wê demê li Şingalê bûn û ji parastina Şingalê berpirsyabûn, hêzên hukûmeta Êraqê û hêzn PDKê, wan hêzan Şingal ne parast û ew jî bû sedem ku ev karesata mezin li serê gelê me yê Êzidî hat. Ew hêzên Şingal neparastîn, Şingal û gelê Şingalê teslîmê DAIŞê kirîn, bê ku hesabê xwe bidin, niha planan li ser Şingalê çêdikin. Van hêzan ku yek jê rêveberîya Başûr beşê PDKê ye, yek jê jî hukumeta Bexada yê ye, çar sal pêş niha 09.10.2020an de bê ku pirs li gelê Şingalê bikin, peymanek çêkirin û dixwazin carek dî Şingal û gelê Şingalê bê parastin bihêlin û bê îrade bikin. Balkêşe ji vê peymanê herî zêde dewleta Tirk dilşa bû. Çawa di dagîrkirina Şingalê de dewleta Tirk hevkarîya DAIŞê kir, di peymana 9ê Cotmehê de jî destê dewleta Tirk heye. Gelê Şingalê û hêzên parastina Şingalê vê peymanê qebûl nakin û dijê wê radiwestin. Pêwîste îradeya gelê Şingalê bingeh bê girtin û planên cuda li ser wan neyêne ferzkirin. Gelê Şingalê ji ber nasmeya xwe ya Êzidî, eve serê sedan salane bi êrîşên hovane re rû bi rû dimînin. Ev rewş rastîyekî derdixe holê ku pêwîste Şingalî hem xwe biparêzên û hem jî xwe rêvebibin. Ji bo vê yekê divê di nava Kurdistanê de, Şingal xwedî statûteyek teybet û xweser bitin.

Di salvegera vê bûyera dilsoj ya bi serê xelkê me yê Êzidî hatîye anîn da, dilê Kurdan hêj jî şkestîye û birîndar e. Kewandina van birîn û kulan, birîna van êş û janan bi hevgirtineke mezin ya neteweyî û niştimanî ya Kurd û Kurdistanîyan ve dibe.

KNK hêvî dike ku bîranîna vê jenosîda bi serê xelkê me yê Êzidî hatîye anîn, bibe sebebê tifaqa navxweyî û Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê mil bi milê hev, welatê me Kurdistanê ji bin nîrê kolonyalîzmê rizgar bikin û azadîyeke kamil dîyarîyî xelkê me bikin.

Konseya Rêvebir ya KNKê

3 Tebax 2024, Bruksel

Li Êraqê Girtin û Qedaxekirina Partîyên Siyasî Dijî Destkeftiyên Gelê Kurde!
KNK li dijî êrişên nijadperest banga xwedî derketina li çand û zimanê Kurdî dike