Daxuyanî li ser geşdanên li Sûrîye, Bakûr-Rojhilatê Sûrî û Rojavayê Kurdistanê
Geşdanên di nav 10-12 rojên bihurî de li Surîye, Bakûr û Rojhilatê Surî de dawî li rejîma Baas ya Esed anîn û rûxandin. Hêzên mixalif bi serkêşîya Heyet Tahrir El Şam û hin grubên di bin kontrola dewleta tirk de beşek berfireh ji xaka Surî xiste bin kontrola xwe.
Di şer û pevçûnan de Tel Rifat û herêm Şehba ji alîyên grubên bi ser Tirkîye ve hatin dagir kirin û bi deh hezaran xelkê herêm careke din koçber bûn û niha jî bi mebesta dagir kirinê berê xwe dane herêma Minbicê. Armanc û hedefên Tirkîye û çeteyên dibin kontrola wê de dagir kirina hemû herêma Rojavayê Kurdistanê ye.
Geşdanên li tevaya Surî rewşek nûh anîye holê. Her çendîn dawî li rejîma Esed anîbe jî metirsî û gefên metirsîdar li ser xelkên Rojavayê Kurdistanê zêdetir bûye û dikare rê li ber qetlîam û trajedîyen mirovahî mezin veke û destekeftîyên gelê kurd têk bibe. Armanca dewleta Tirk dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ye û pêkanîna qetlîam û guhertina demografîya herêmê di rojeva sereke ya dewleta dagirker ya Tirkîye de ye û hewldanên wê bi hemû rengî dîyar dike.
Rixmî hemû gef û mtirsîdarîyê li ser Rojavayê Kurdistanê, em baş dizanin ku rûpelekî nûh di geşdanên dawî de hatîye holê û em hêvîdar in pêşhate û guherînên Sûriye yê di encamê de bibin sedema wê yekê ku bi rêya diyalogê û hevtêgihiştinê bibe bingeha çareserkirina pirsgirêkan.
Her wiha em hêvîdar in ku hemû alî bi awayekî aştiyane bigihîjin peymaneke ku li berjewendiya hemû pêkhatîyan be.
Dewleta Tirk amadekariya êrîşên berfireh dike. Niha dewleta Tirk hem ji bejayî hem jî ji hewayî ve êrîşî Minbicê dike. Armanc ew e ku ji vir dest pê bike û ber bi Rojava ve biçe. Ji bo vê jî divê gelê me li çar parçeyan û derveyî welat li ber xwe bide.
Di vê qonaxa dîrokê de, divê siyaseta kurd berjewendiyên netewî li pêş her tiştî bigire û derdorên xwe yên dîplomatîk ji bo bidestxistina destkeftiyên li Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyê seferber be. Divê hemû parti rexistinên Kurdistanî ji bo piştgiriya Rojava daxuyaniyan bidin.
Ji aliyê din ve divê bi dayîna alîkariyên mirovî yên lezgîn ji bi sed hezaran penaberan re erkên xwe yên neteweyî bi cih bîne.Ev mesûlîyetek niştimanî û dîrokîye. Têkçûna destkeftîyên Rojavayê Kurdistanê têkçûna destkeftî û statuya Başûrê Kurdistanê ye jî.
Em bi hevîne hemû partî, rêxistin, sazî û kesayetîyên Kurdistanî û gelê Kurd bangewazîya me weke erka niştimanî binasin û li gor wê bi erk û mesûlîyetek Niştimanî tevbigerin.
Konseya Rêvebir ya KNKê
08.12.2024