Bi Tayînkirina Qeyûman Êrîşên liser Îradeya Gelê Kurd Berdewame

vê gotarê parve bikin

Bi Tayînkirina Qeyûman Êrîşên liser Îradeya Gelê Kurd Berdewame

Êrîşa hikûmeta AKP-MHP’ê ya li dijî rêveberîyên herêmî yên Kurd û Kurdistanê dewam dike. Piştî ku hefteya borî tayînkirina qeyûm li ser şaredariya navçeya Esenyurtê ya bajarê Stembolê ya CHPê, ku ji ber serokê şaredarîya Esenyurtê Kurd bû, îro jî hevşaredarên bajarên bakura Kurdistanê Mêrdîn, Batman û Xelfetî, ji wezîfeyê hatin avêhtin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Rejîma Tirk di nava deh salan de ev cara sêyemîn e ku îradeya gelê Kurd ya demokratîk xesp dike û bi awayekî bê huqoqî dest datîne rêvebrrîyên herêmî yên Kurdistanê.

Îro li Mêrdînê polîsan di saetên sibehê de avahiya şaredariyê dorpêç kirin. Di heman demê de hevşaredarê parêzgehê Ahmet Turk ku bi rêjeya ji sedî 57,4 dengan hatibû hilbijartin, bi fermana Wezîrê Karê Hundir ji wezîfeyê hate dûrkirin û ketina meqamê wî hat astengkirin. Di hemen demêde li Batmanê jî qeyûm hat tayînkirin û hevşaredar Gulîstan Sonuk a ku ji sedî 64,52’ê dengan hatibû hilbijartin, ji wezîfeyê hat girtin. Herweha li navçeya Xelfetî ya Rihayê jî avahiya şaredarî ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Hevşaredar Mehmet Karayilan ku bi piranîya dengan hatibû hilbijartin ji wezîfeyê hat girtin.

Hevşaredar Ahmet Turk, Gulîstan Sonuk, Ahmet Ozer û Mehmet Karayilan ji aliyê civakên xwe ve bi xebatên hilbijartinê yên rewa hatine hilbijartin û dûrxistina wan ji bo welatiyên ku baweriya xwe bi wan anîne bêhurmetiyek mezine. Ev kiryar ne tenê guh nade deng û îradeya xelkê, di heman demê de berdewakirina rejîma faşîst û talankere.

Tayînkirina qeyûmên li Mêrdîn, Batman, Esenyurt û Xelfetîyê, xespkirina îradeya gelê Kurde, êrîşeke dijî hemî pîvanên huqoqî û demokrasîyê ye. Astengkirina avahiyên şaredarîyan, girtin û binçavkirina kesên hilbijartî, kiryarên zalmane ne ku pîvanên navneteweyî û prensîbên demokrasî, aştî û azadiyê binpê dike. Em weke KNK van êrîş û kiryaran bi tundî şermezar û mehkum dikin.

Dewleta Tirk her ku diçe xwe ji pîvanên navneteweyî dûr dixe. Mixabin hêzên Cihanî û saziyên navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk û aborî bêdeng in. Bêdengiya NY (Neteweyên Yekbûyî), YE (Yekîtîya Ewropa), KE (Konseya Ewropayê) û sazîyên weke wan, cesaretê dide rejîma faşîst ya AKP-MHPê. Em bang li hêzên Cihana demokratîk û hemî sazîyên navneteweyî dikin ku li hember van kiryaran bê deng nemînin û dijê vê bê huqoqî û bê edaletîyê derkevin.

Em bang li hemû şaredarî û şaredarên pêşverû yên Cihanê dikin ku li dijî vê ferzkirina bê hiqûqî rawestin û bi şaredar û şaredariyên Kurdistanê re bibin hevkar.

Em bang dikin ku demildest ev kiyar bêne rawestandin, qeyûm bêne rakirin û kesên hilbijartî vegerin ser wezîfeyên xwe yên rewa. Divê vîna gel û mafên demokratîk ên destûrî bi ser bikeve.

Mafê xwerêveberiyê esase û emê hilweşandina nirxên demokratîk qebûl nekin. Li hember vê bê edaletîyê gelê Kurd gav paşde natavêje; emê di mafê xwe yê çarenûsî, demokrasî û îradeya azad de israr bikin.

Em bang li gelê Kurd û muxalefeta demokratîk ya Tirkiyê dikin kû vê bê adaletîyê qebûl nekin û rabin ser pîya û li hember vê bê hiqoqîyê rawestin û van şaredarîya paşde bistînin.

Konseya Rêvebir ya KNKê

04.11.2024

Daxuyanî li ser geşdanên li Sûrîye, Bakûr-Rojhilatê  Sûrî û Rojavayê Kurdistanê
Hilbijartinên Parlamentoya Başûra Kurdistanê