Banga Lezgîn – Stratejiya şer û dagirkeriyê ya dewleta Tirk rawestînin

vê gotarê parve bikin

Banga Lezgîn – Stratejiya şer û dagirkeriyê ya dewleta Tirk rawestînin

Ber:

Birêz Ehmed Ebûl Xeyt, Sekreterê Giştî yê Komkara Dewletên Ereb

Birêz Mihemed Şîa El Sûdanî, serokwezîrê komara Îraqê

Beşar El-Esed serokê Komara Erebî ya Sûriyê Dr

Birêz António Guterres, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî

Birêz Joseph R. Biden, Serokê Dewletên Yekbûyî

Xanim Marija Pejçinović Burić, Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê (KE)

Ursula von der Leyen, Seroka Komîsyona Ewropayê Dr

Jens Stoltenberg, Sekreterê Giştî yê Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO)

Birêzên hêja,

Pêla bihara Erebî di sala 2011an de dest pekir û heta Irak û Sûrî belav bû. Dewleta Tirk xwest ji vê sûd wergire û hêviyên xwe yê Mîsakî Mîllî bi cîh bîne (Gorî vê belgeya 104 sal berê, bi navê Ahdî Mîllî herêmên Bakûrê Irak û Bakûrê Sûrî di nav sînorên Tirkiyê de hati bû qebûl kirin).

Dewleta Tirk hewl da Neo Osmancîtîyê xwe ji nû de zindî bike û vegerê li ser van sînorên xwe yên berê. Ji bo ve jî himber gelê Kurd, dest bi êrîşên dagirkerî û komkujiyê kir.

Serok Komarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di piranî daxûyanîyên xwe de eşkere eşkere di got ku Heleb, Musil, Silemanî, Kerkûk, Şengal û Behdînanê di nav sînorên Mîsakî Mîllî de ne û emê tevahî van qadan dagirbikin. Û bi salanê serokê partîya neteweperestên tundrew MHP Dewlet Bahçelî eşkerê dibêje Kerkûk bajarê 82’ye mîn û Musil jî bajarê 83’ê mîn e ye Tirkiye ye. Bahçelî ji bona ku wan daxwazên xwe pêk bîne bi Erdogan re, gelên li Kerkûk û Musilê dijîn, berê hev didin. Bi taybetî hevalbendên xwe yên Turkmen bi çekdikin li hember hev didin û bi wan kaos û krîza çê dikin.

Dewleta Tirk bi çeteyên girêdaye xwe di sala 2014’an de xwest Kobanê dagir bike. Lê bi berxwedana bê hempa rast hat û bi binket. Lê mixabin, di siyaseta qada navdewletî de bi pêkanîna dîplomasîya manîpulatîf encam bi dest xwe xist û di sala 2018’an de Efrîn û di sala 2019’an de jî Serêkanî û Girê Sipî dagir kir.

Di heman demê de, bi zêdekirina baregehên leşkerî li Başûrê Kurdistanê ku dewleteke federe ya di bin serweriya dewleta Iraqê de ye, zemînek ji bo dagirkeriyê amade kir.

Bi maskeya “Ez li dijî PKK’ê şer dikim” êrîşên xwe yên dagirkeriyê pêş xist. Lê belê weke ku Radyoya ya Dengê Amerîka herî dawî li Başûrê Kurdistanê nîşan da, leşkerên Tirk niha bi hezaran leşker û 300 tankan 30 km ketine hundir û xwe wek xwediyê herêmê dibînin û kontrola nasnameyan li gel dikin yên ku welatiyên iraqê ne li Duhok û derdora wê dikin. Bêguman ev rewşa nû ne tenê ji bo me Kurdan, lê belê ji bo kûrkirina krîzeke giran û bêîstîkrariyeke mezin e ji bo tevahiya Rojhilata Navîn e. Ji aliyê din ve ev yek bi awayekî eşkere guhnedana hiqûqa navneteweyî û binpêkirina peymanên navneteweyî ye.

Dewleta Tirk bi rejîma Erdogan-Bahçelî re çi dibe bila bibe bi her awayî dixwaze Mîsakî Millî pêk bîne. Ji bo vê jî ji destpêka sala 2024’an û vir ve lez dan xebatên xwe yên dîplomatîk û leşkerî. Bi siyaseta manîpulatîf jî hikûmeta Iraqê bê bandor û pasîf kirin.

Serkeftina stratejiya Mîsakî Mîllî li Kurdistanê dê bibe sedema dagîrkirina Iraq û Sûriyê û vê , nakokiyên herêmî kûr bike û koçkirina bi milyonan însan bi xwe rê bîne. Lewma stratejiya şer a niha li Kurdistanê tê meşandin hemû Rojhilata Navîn û cîhanê eleqedar dike.

Ji ber ku Rojhilata Navîn di warê siyaseta global de jî diyarker e, ev êrîşa dewleta Tirk wê rasterast bandorê li siyaseta global bike.

Em partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Kurd ên li jêr îmze kirineji bo sekinandina vê dagirkeriyê di serî de ji hikûmetên Iraq û Sûriyê, Komkara Erebî; ji pekanîna normên hiqûqî yên navneteweyî berpirsiyarin wek Neteweyên Yekbûyî; ji Konseya Ewropa û NATO ku Tirkiye endamê wanin û Yekîtîya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku bi dewleta Tirk re xwedî têkiliyên stratejîk in, em bang li we dikin ku destûrê nedin dagirkeriya dewleta Tirk.

Weke kurd me tu carî serî li ber tu dagirkeran netewand. Em diyar dikin ku emê ji bo welat û siberoja xwe ya azad bi biryar li berxwe bidin. Em bang li her kesî dikin ku peşîya dagirkeriya dewleta Tirk ya ku bûye topek agir bigrin û ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd bikevin nava tevgerê.

Îmzekar:

Komîsyona Têkiliyên Derve ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Herêma Kurdistana Iraqê (HKI)

Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Sûriye

Tevgera Gorran (GORAN), KRI

Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê (HSDK), KRI

Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PIK), Bakurê Kurdistanê/Tirkiye

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E)

Partiya Komunîst a Kurdistanê, KRI

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E)

Federasyona Êzidiyên Kurdistanê (NAV YEK)

Federasyona Elewiyên Kurdistanê (FEDA)

Yekîtiya Suryaniyên Ewropayê (ESU)

Partiya Yekîtiya Suryaniyan li Sûriyê

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Îran/Rojhilatê Kurdistanê

Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, KRI

Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyê (P.D.K.S)

Partiya Çep a Demokrat a Kurd-Sûriye (P.Ç.D.K-S)

Partiya Çep a Kurd-Sûriye (PÇK-S)

Partiya Demokrat a Kurd – Sûriye (PDK-S – El Partî)

Tevgera Kawa, Bakurê Kurdistanê/Tirkiye

Partiya Rizgariya Kurdistan (PRK), KRI

Partiya Kesk a Kurdistan-Beşê Ewropa

Enstîtuya Kurdî ya Brukselê

Enstîtuya Kurdî Almanya

Enstîtuya Kurdî Stockholmê

Rêxistina Demokratîk Yarsan, KRI/Ewropa

Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Azad (PYNA), Sûriye

Tevgera Nûjen a Kurdistan – Sûriye (T.N.K.S)

Meclîsa Sirgûnê ya Şengalê/Şengal (MŞD)

Kurdî Diwêxanî li Ewropa

Koma Edaletê ya Kurdistanê, KRI

Hevpeymaniya Serxwebûna Kurdistanê, Îran

Kongreya Gel a Betnehrîn (Sûriye)

Partiya Komala ya Kurdistana Îranê (KOMELE), Rojhilatê Kurdistanê/Îran

Koma Civakên Demokratîk a Kurdistanê (KCK)

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Rojhilatê Kurdistanê/Îran

Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamya, Rojava/Sûriye

Partiya Kesk a Kurdistanê – Rojava/Sûriye

Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Bakurê Kurdistanê/Tirkiye

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN-E)

Plattform of the Horamans, KRI/Ewropa

Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYK-S El Wehdê)

Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê, KRI

Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê

Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê (YMK), Ewropa

Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê (YNDK), KRI

Li ser navê Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurd û Suryaniyan, Komîsyona Têkiliyên Derve ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)

Artêşa Tirk a dagirker sivîlên Kurd dikuje
Encamnameya Civîna 28’mîn a Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî