Her çiqas hin hêz ji berdewamiya statukoya heyî sûd werbigirin jî, tu eleqeya kurdan pê re nîne. Guhertinên demokratîk ên li herêmê ji bo Kurdan tê wateya azadî û vejînê. Ji ber vê egerê gelê Kurd ê ku nifûsa wî di ser 50 mîlyonî de ye, li Rojhilata Navîn di nava piştevanên herî xurt ên guhertinan de ye. Gelê Kurd, di pêvajoya dirêj a dîrokê de ceribandinên siyasî, rêxistinî û leşkeriyên xurttirîn bi dest xistiye. Bi gotineke din gelê Kurd, di encama serhildanên xwe yên li dijî desthilatdariya Ereb, Tirk û Farisan de û ji salên 1970êyî ve bi têkoşîna xwe ya rizgariya neteweyî derxistiye asteka berztirîn. Ji ber ku Kurd di nava şert û mercên gelek nebaş de têkoşîna nûkirina sosyolojîk û rizgariya netewî didin, îro li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê civakeke pir çalak, bi bandor û xwedî hişmendiya siyasî ya bilind pêk tînin. Li gel hemû zext û zordariyan jî gelê Kurd saziyên xwe yên civaka sivîl ava kiriye û ev saziyên avakirî di vê pêvajoya dîrokî de dikarin xwe îfade bikin û temsîl bikin.
Gelê Kurd li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê bi hêzeke mezin guhertin û demokrasiyê temsîl dike. Kurdistan welatekî berfireh e ku di nav van çar welatan de hatiye dabeşkirin. Li Rojhilata Navîn dewlemendiya wê ya samanên xwezayî û kanên enerjiyê, nêzîkbûna wê bi deverên din ên ji aliyê kanên enerjiyê ve dewlemend, cihêbûna wê ya li ser riyên sereke yên bazirganiyê û her wiha nifûsa wê ya ciwan û dînamîk girîngiyek stratejîk a mezin dide Kurdistanê.
Civaka Kurd, ku beşeke girîng, a ji tevna sosyo-polîtîka herêmê ye, di bin sazûmana herêmêya heyî de civakeke herî bi dezavantaj e. Hebûna wê ya civakî û çandî hatiye înkarkirin û hê jî di qada navneteweyî de bi têrkerî nayê qebûlkirin. Mafên Kurdan ên ku nayên desteserkirin, tên tepisandin, dozên wan ên ji bo pêşketineke azad a çandî û siyasî piştgirîyeke pêywîst nagirin. Kurd di pratîkê de ji maf û azadiyên bingehîn ên ku saziyên navneteweyî yên wekî Neteweyên Yekbûyî an jî Yekîtiya Ewropayê wekî mafên gerdûnî ku tên qebûlkirin, bêpar in. Ji ber vê egerê binpêkirinên sîstematîk, ên mafên wan, bi awayekî eşkere tên paşguhkirin. Her çendî mafê çarenûsî û cihêbûnê jî di nav de, li gorî hiqûqa navneteweyî ji bo hemû netewe û gelan hatiye dayîn jî, Kurd hîna jî ji qedexekirina bikaranîna zimanê xwe diêşin. Çalakiyên demokratîk û daxwazên herî bingehîn ên Kurdan hê jî weke cudaxwaziyê tên binavkirin.
Eşkere ye ku Kurd, wê wan êş û azarên xwe, bi rengî înkarkirina mafên xwe yên herî bingehîn qebûl nekin û wê zext, sirgûn, şer û komkujiyên li dijî xwe nepejirînin. Ji bo ku dawî li vê êş û azarê bê, ji bo ku di qadên demokrasî, mafên bingehîn û azadiyan de bigihîjin pêngaveke zelal, tu alternatîfeke wan a din nîne. Ev eger ji bo hemû gel û civakên Rojhilata Navîn derbasdar e û bi taybetî jî ji bo Kurdan gelekî girîng e. Yekane çareserî, di demokrasiya hemdem de bipêşketineke nuh û bi hêzê ve girêdayî ye. Ji ber berdewamiya bindestî û zordestiya tund û xizaniyê lewaz bûne, pêkhateya civakî ya Kurdan tenê bi hembêzkirina demokrasiyê û naskirina mafên gelê Kurd dikare were vejandin. Gelê Kurd di encama têkoşîna xwe ya serketî û bi xurtkirina demokrasiya navxweyî, dikare di demokratîkbûna giştî ya Rojhilata Navîn de roleke girîng bilîze.