Peymana Me

vê gotarê parve bikin

Peymana Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê

(Pejirandin: 26.05.1999 Kombûna Damezrandinê. Guhertin: 23.08.2000 Kombûna II., 17.12.2001 Kombûna III., – 21.12.2002 Kombûna IV., – 14.05.2006 Civata VI., – 13-14. 12. 2008 Civata IX., – 28-29 Gulan 2011 Kombûna 11., – 21.05.2013 Civata 13., – 01.06.2014 Civata 14., – 15.10.2017 Civata 17. – 20.10.2019 Civata 19., – 03.12.22 Civata XXI.)

Destpêk:

Nûnerên partî, rêxistinên polîtîk, civakî, ronakbîr û kesayetîyên welatparêzên Kurdistanê ku bi armanca avakirina dezgeheke bilind a Kurdistanî û ji bo parastina berjewendî û yêkîtîya gelên Kurdistanê, di roja 24 Gulan 1999ê da li Holanda- li bajêrê Amsterdamê kom bûn û bi îmzekirina vê Peymanê Kongreya Neteweyî, ya Kurdistanê (KNK) damezrandin.

Statuya dagîrî û kolonyal ya Kurdistanê:

Guherîn û pêvek 03.12.22 Civata XXI.)

Kurdistan, li Rojhilata Navîn kolonîya navneteweyî ye. Digel nîrê kolonyalîzma/mêtingeriya dewletên Tirkîye, Îran, Iraq (piştî ku destûra nû hat pejirandin, Iraqê di sala 2004an de formeke nuh wergirtîye û ji yên din cuda ye) û Sûrîyeyê, yê ku li ser stoyê gelê Kurd e, çarparçeyî jî berdewam dike. Neteweya kurd di bin destên van dewletên dagîrker û kolonyalîst da ye û ji hemû mafên xwe yên neteweyî û demokratîk hatîye bêparkirin. Herweha bi pileyên (dereceyên) ji hev cuda be jî, li seranserê Kurdistanê, polîtîkaya îmha, ji holê rakirin û inkarê bi israr tê domandin. Li hember dagirkerî û kolonyalîzma van dewletan tekoşîna azadîya gelê Kurdistanê bê navber berdewam dike.

Parçeyê di nav tixûbên fermî yên Iraqa nû da, formekî nû wergirtîye:

(Guherîn 03.12.22 Civata XXI.)

Di nav Iraqa Federal da, Herêma Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) bi awayekî destûrî xwedî statûya federe ye. Lê belê, xeta ji Şingalê destpêdike, beşek Mûsilê, Mexmûr, Kerkûk, Xaniqîn, heta Bedre û Cesan hildide navxwe ku weke devera dabirayî tê binavkirin (devera Madeya 140) ku beşek ji Kurdistanê ye, statûya wê ya fermî nediyare. Herweha reftar û pozisyona hukûmeta Iraqa Federal ya navendî, ya “de facto” “antî Kurdistan” ji bo doza bi giştî ya Kurdistanê û mafên neteweya Kurd, di nav xwe da potansîyeleke metirsiyê dihewîne. Lewma di vî warî da jî divê hişyarîya neteweyî bilind bê girtin.

Parçeyê di nav tixûbên Sûrîyeyê da jî formekî nû wergirtîye:

(Guherîn û pêvek 03.12.22 Civata XXI.)

Di nav Sûrîyeyê da Rêvebirîya Xweserîya Demokratîk, Ji sala 2011an vir ve li rojavayê Kurdistanê têkoşîna avakirina xweserîya demokratîk tête dan û ji sala 2012an vir ve jî, rojavayê Kurdistanê ji aliyê Kurd û Kurdistanîyan ve tê bi rêvebirin û ji serê sala 2014an vir ve jî bi modela kantonal, a Rêvebirîya Xweserîya Demokratîk (Sîstema/pergala Kantonal) hatîye avakirin. Ev sîstem/pergal ji sala 2016an vir ve, di nav xwe de guhertinan dijî. Piştî rizgarkirina devera Reqa û Dêrezorê, sîtem/pergal bi temamî hat guhertin. Ev sîstem/pergal, niha bi giştî weke “Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” tê binavkirin. Li alê din ji sala 2016an vir ve gelek dever (Efrîn, Ezaz, Cerablûs, Bab, Girêspî û Serêkanîyê) ji terf dewleta Tirk ve hatine dagîrkirin.

Kurd yêk netewe ye, ku bi proseseke dîrokî û li ser bingehê yekîtîya niştimanî, ziman û çandî li Kurdistanê peyda bûye. Ew ji bo rojên azad û bextewarîyê, xwedanê hesta neteweyî, hêvî û daxwazên hevbeş e.

Pêşîyên kurdan li Rojhilata Navîn di avakirina şehristanîyê da xwedanên behrdarîyeke aşkera ne. Kurd, di seranserê dîrokê da bûne xwedanên çend dewletên ku di bin navên cuda da peyda bûne. Herwisa bi dehan Mîrnişînî jî li navçeyên cuda yên Kurdistanê ava kirine. Paşê di sedsala nozdeh û bîstan da bûne neteweyeke bindest û ji hemû mafên xwe yên rewa, bi taybetî jî piştî dabeşkirina Kurdistanê, ya di navbeyna çar dewletan da, bêpar mane. Ji ber vê egerê jî kurd naçar kirin ku ji bo parastina nasnameya neteweya xwe dest bidin hemû rêyên xebatê. Digel hemû kerasetan jî, gelê Kurd hebûna xwe parast û îro wekî Ereb, Tirk û Farisan yek ji van çar gelên serekeyên Rojhilata Navîn in.

Herêma Kurdistanê [başûrê Kurdistanê]:

(Pêvek: 28-29 .05.2011; Civata XI.)

Bi hilbijartinên 19ê Gulana 1992yan vir va “de facto”, ji 9ê Nîsana 2003yan vir ve jî, bi fermîyeteke navneteweyî di nav Iraqa Federal de Herêma Kurdistanê pêkhatîye û paytextê wê Hewlêr e. Lê belê, di sêrî da Kerkûk, Xaneqîn, Şingal û Mexmûr û gelek navçe û gundên bi van bajêran ve girêdayî li derveyî tixûbên xwezayî yên Kurdistanê hatine hêlan û li gorî maddeya 140an ya makeqanûna Iraqa Federal, dê bi referandûmê rewşa wan zelal bikin. Ev navçeyên behskirî parçeyekî ji axa Kurdistanê ne û KNK biryarên derveyî vê rastîyê qebûl nake û bangî hemû Kurdan dike ku têkoşîna xwe ya ji bo bi dest ve înana van navçeyan bidomînin. Digel vê rewşa taybet, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, vê avabûna li beşekî welatê me, wekî destkevteke neteweyiya Kurd û Kurdistanê dibîne û diparêze.

Rêvebirîya Xweser ya Demokratîk (rojavayê Kurdistanê):

(Pêvek: Gulan – Hezîran 2014; Civata 14. – Guherîn û pêvek 03.12.22 Civata XXI.)

Di serê sala 2014an da li rewşa rojavayê Kurdistanê, ya di bin dagirkeriya Sûrîyeyê da jî guherîn pêk hatîye. Krîz û kaosa tevlîhevî li nav Sûrîyeyê û têkçûna hêza merkezîya hukûmeta Sûrîyeyê li ser rojavayê Kurdistanê, proseseke nû daye destpêkirin û Kurd û gelên dî, yên li Kurdistanê dest dan hev û rê nedan ku valahîyeke serweriyê çêbibe û xweserîya demokratîk ava kirin. Vê gavê Kurd û grûbên dî, yên etnîkiyên hevwelatîyên Kurdistanê di bin van şertû mercên konjonkturel da çareserîyeke xwemalî pêk înane û bi modela Xweserîya Demokratîk, rêvebirîyeke niştîmanî ava kirine. Ev sîstem/pergal, niha bi giştî weke “Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” tê binavkirin. Di nava vê rêveberîyê de, weke etnîkî Kurd, Ereb, Asûrî-Sûryanî-Kildanî, Ermenî, Çeçen û Tirkmen, weke bawerî Misilman, Mesîhî, Êzdî û Elewî, ji alî zayendî ve jin û mêr, li ser bingeha wekhevîya gelan, bawerîyan û zayendan, cihê xwe digirin.

Ji sala 2016an vir ve dewleta Tirk êrîşî rojavayê Kurdistanê dike û gelek dever (Efrîn, Ezaz, Cerablûs, Bab, Girêspî û Serêkanîyê) ji terf dewleta Tirk ve hatine dagirkirin. KNK, li hember êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk radiweste û bi hemû awayî piştgiriya tekoşîna azadkirina van herêman dike. KNK, azadkirina deverên rojavayê Kurdistanê û avakirina sîstema Xweserîya Demokratîk li vê herêmê, weke deskevtek neteweyî dibîne, diparêze û ji bo ku ev xweserî bi awayekî fermî di asta Sûrîyê û navneteweyîde bê naskirin, dixebite.

Kurd û Kurdistaniyên dîasporayê:

Îro li derveyî welat li seranserê dinyayê (li Tirkîye, Iran, Iraq, Sûrîye, Ewrûpa, Amerîka, Kanada, Rûsya, Ermenistan, Awustralya, Lubnan, Urdun û herêmên wekî Kafkasya û Asyaya Navîn û gelek cih û dewletên dî) bi milyonan Kurd û Kurdistanî dijîn. Kurdên li dîaspora (tarawgehê) dijîn di heyama van salên dirêj da ji milekî ve ziman û çanda xwe parastîne, ji milê dî ve jî ziman, kultur û edetên welatên ku lê ne jî fêr bûne, wergirtine û di van dewletan da xwe organîze kirine, komele û her reng organîzasyonên xwe ava kirine. Nifûsa (serhejmêra) Kurd û Kurdistanîyên li dîasporayê îro adeta wekî parçeyeke pêncemîn, bûye hêz û hijmareke mezin. Hemû organîzasyonên neteweyî û niştîmanî yên Kurdistanê neçar in ku vê Cîhana dîasporayê bibînin, vê rewşê piştguh nekin û têkilîyên digel welêt, zînde û xurt bigirin ku Kurd û Kurdistanîyên dîasporayê li welatên ku lê dijîn, asîmîle nebin. KNK giringiyeke mezin û jîyanî dide dîasporaya Kurdî û Kurdistanîyan ku hem nasnameya xwemalî bê parastin, hem jî bi integrasyona pozîtîv li dewlet û welatên lê dijîn, dilşad û bextewar bin.

Rewşa Jinên Kurdistanê:

(pêvek 03.12.22 Civata XXI.)

Di guhertin û verguhertina demokratîk ya civaka Kurd û civakên Kurdîstanî de jinên Kurd xwedîye peşengtîyê ne. Jinên kurd hem ji bo parastina Kurdistanê bi hezaran şehîd dane û hem di hemî qadên şoreşê de xwedî rolekî mezinin. Ji ber vê egerê jî îro ew hedefa yekemîna hezên dagirkerin. Di Kurdistana îroyîn de jin êdî bi vîn û bi rêxistinbûyinên xwe hene û kirde ne. Lê feraseta pîyawsalarî, hê jî li gelek deverên Kurdistanê, bi şideta binesazî, kuştin û piçûk dîtin, pêşîya jinan digre û rêxistinbûna jinan asteng dike. Ev rewş jî di mijarên yekitîya Kurdan de roleke neyînî (negatîv) derdixe holê. Sîyaseteke ku îradeya jinan di nav xwe de qebûl nake, rê li peşîya hêzeke mezin ya civakê digre. Ev eger jî pêşîya demokrasî û aşîyta navxweyî digre. Divê hemû hezên sîyasî yên Kurdistanî, li ber vîn û îradeya jinan rêzgirtî bin û peşîya wan negirin.

Rewşa gelên Kurdistanê:

Li Kurdistanê, gelên Asurî-Suryanî, Kildanî, Ermenî, Cihû, Ereb, Tirkmen, Azerî, Tirk, Faris, Çeçen, Çerkez û Qereç [Roman] jî hene. Ew jî hevparên neteweya Kurd in. Azadî û rizgarîya wan, bi azadî û rizgarîya neteweya Kurd ve girêdayî ye. Lewma li dijî vê sîstema hov û stemkar ya kolonyalîzmê, divê gelên Kurdistanê pêkve bên seferberkirin û organîzekirin. Berjewendîyên wan hemûyan di hilweşandina sîstema kolonyalîst da yek e û divê di çarçoveya çepergeriya niştîmanî da hev bigirin û hêzên xwe bikin yek.

Pozisyona dewletên dagîrker:

Dewletên dagîrker li goreyî berjewendîyên xwe yên dewletî, li dijî hevdû di nav rekabet û rikeberîyê da ne. Lêbelê li ser xalekê berjewendîyên wan hev digirin û bi hev ra dibizivon. Ew xal jî Kurdistan û bizava neteweyî ya gelê Kurd e. Dewletên dagîrker hem yek bi yek polîtîkayên xwe yên li dijî neteweya Kurd pêk tînin û bi rêve dibin, hem jî bi hev ra û bi koordîne polîtîkayên xwe yên hevpar di pratîkê da li dijî Kurd û Kurdistanê bi cih tînin.

Ala û sembolên Kurdistanê:

Ala û sembolên li Kurdistanê, heta ku hevbîrî û yekdengî pêk bê, wekî xwe tên qebûlkirin.

Marşa neteweyî ya “Ey Reqîb” tenê bi şêweya enstrumental têt lêdan.

Helwesta li hemberî dagîrkeran:

Li dijî vê konsepta nû, gelek normal û rewa ye ku dînamîkên (herikanên) neteweyî û niştîmanî di çarçoveya berjewendîyên neteweyî û niştîmanî da divê bi hev ra û bi koordîne tevbigein. Karekterîstîkên “parçeyî” hê jî bi temamî ranebûne, lê belê lawaz bûne. Digel vê hindê, dewletên dagîrker van tixûbên di nav xwe da li dijî bizava neteweyiya gelê Kurd bi kar tînin. Divê hêzên neteweyiyên Kurd jî beramberî vê polîtîka nû, ya dewletên dagîrker, xwe li “tixûbên destkir” negirin, tixûban bibezînin û piştevanîya hev bikin û di şikandina vê enîya dagîrkeran da, bi rengê enîya neteweyî têbikoşîn. Karekterîstîka nû ya şoreşa Kurdistanê ev e û divê li gorî vê konsepta nû bê hereketkirin.

Biryara mafê çarenivîsa neteweyî:

Di pêvajo û pêngava şoreşê da, li gorî rewş û konjonktura navxweyî û ya derve, li gorî hêz, şiyan û derfetên neteweyî, dikare ihtimalên kêm zêde ji hev cuda, derkevin pêşîya bizava neteweyî ya gelê Kurd û Kurdistanê. Mafê neteweya Kurd e ku biryara “diyarîkirina çarenivîsa xwe” bi xwe bide. Ev, dikare kanton, otonomî, federalîzm, konfederalîzm û serxwebûn be. Di têkoşîna bidestxistina van armancan da, mafê gelê Kurd heye ku bi her rengî parastina rewa bi kar bîne. Gelê Kurd herwisa di têkoşîna azadî, wekhevî, dad û dadweriyê da, hemû cureyên terorê red dike û bi hemû peymanên navneteweyî yên mafên mirovan ve girêdayî ye.

Ji ber vê egerê;

Gelê Kurd ku hejmara wî li ser 50 (pêncî) milyonan e û di seranserê dîrokê da li ser axa xwe jîyaye. Di sedsala hevdehan da li ser du beşan, ji sedsala bîstan ve jî, li ser çar parçeyan hatîye dabeş kirin û ji mafê diyarkirina çarenivîsa xwe bêpar maye. Ev eger li dijî peymanên navneteweyî, peyamana gerdûnî, ya mafên mirovan û hemû rêgaz û qanûnên navneteweyî û xwezayî ye.

Ji bo bidestxistin û bikarînana mafên çarenivîsî û parastina nasnameya neteweyî û yêkîtîya niştimanî, em vê peymanê radigihînin û aşkera dikin, ku em bi vê egrê bi danezana gerdûnî ya mafên mirovan, bi peymanên navneteweyî û rêgaz û qanûnên navneteweyî ve girêdayî ne.

Beşa yêkemîn:

Kongre, Kurdistan, Gelên Kurdistanê, Mafên Sereke û Mafên Hukûmranîyê

Xal 1: Kongre

  1. Nav, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ye û bi kurtî KNK ye, ku ji vir û pê ve di vê peymanê da bi navê “Kongre” tê binavkirin, bilindtirîn dezgehê neteweyî û nîştimanî ye. KNK di nûnertiyê da nîştiman bi binema digire û li ber vê rêgazê, di serî da nûnertîya Kurd û hemû gelên ku li Kurdistanê dijîn, dike. Lewma KNK wekî organîzasyoneke neteweyî û nîştîmanî, ji nûnerên partî û rêxistinên polîtîk, komele, sendîka û rêxistinên civakî, çandî û olî û bi giştî sivîl, herwisa ji kesayetîyên serbixwe yên Kurdistanî, bi mercê ku ew hemû vê peymanê bipejirînin, pêk tê.

  2. Îrade û berjewendîyên gelên Kurdistanê jêdera peywîrên vê kongreyê ne, ku li ser bingeh û rêgazên demokratîk hatîye damezrandin.

Xal 2: Kurdistan û gelên Kurdistanê

  1. Kurdistan, ew welat e ku li ser erdê wê Kurd, bi hemû ol, rêol, zarava û devokên xwe yên cuda ve dijîn. Ew, ji wan hemû navçeyên bi hev ra girêdayî ne ku piranî ji Kurdan pêk tê. Kurdistan yêk welat e û parçekirina wê jî ne xwezayî û napesend e.

  2. Guherîna demografiya Kurdistanê bi derxistin û bi darê zorê koçberkirina her Kurdistaniyekî ji her navçeyeke Kurdistanê, herweha anîna gelên dî û di van navçeyan da bicihkirina wan, a ji alîyê dewletên dagîrker ve, karekî nerewa ye û bi hîç şêweyan nayê pejirandin.

  3. Gelên Kurdistanê ji van gelên jêrîn pêk tên:

    • Neteweya Kurd

    • Neteweyê Asûrî-Suryanî-Kidanî û gelên dî yên Kurdistanî wekî Ermenî, Tirkmen, Ereb, Tirk, Cihû, Azerî, Faris, Çeçen, Çerkez, Qereç [Roman] ku li Kurdistanê xwedanê hebûneke dîrokî ne û xwe Kurdistanî dibînin.

Xal 3: Mafên bingehîn

  1. Gelên Kurdistanê hemû wekhev in. Bi hîç şêweyekê, di warê reh û rîşe ziman, ol, rêol, bawerî, jin, mêr û di derfetên civakî da di navbera wan da cudahî nayê kirin.

  2. Zimanê Kurdî zimanê fermî yê Kurdistanê ye.

  3. Yên ne Kurd in, lê beşek in ji gelên Kurdistanê ne, mafê wan heye ku taybetmendîyên xwe yên etnîkî biparêzin, bi awayekî azad û serbest zimanê xwe bi kar bînin û bi hêz û geş bikin, herweha rêxistin û dezgehan ji bo pêşxistina ziman û çanda xwe ava bikin û bi rêve bibin.

  4. Li cihên ku piranîya gelê wê Asurî-Suryanî-Kildanî ne, digel zimanê kurdî, zimanê Asurî-Suryanî-Kildanî jî zimanê fermî ye. Herweha gelên dî jî xwedanê vî mafî ne.

  5. Hemû xwedanên ol, rêolên Kurdistanî dikarin erkên xwe yên olî, ayîn û îbadetên xwe bi awayekî azad, bi cih bînin, dem û dezgehên xwe yên olî damezrînin.

Xal 4: Mafê çarenivîsê

(Guherîn, 23.08.2000 Kombûna II.)

Gelê Kurd wekî hemû gelên Cîhanê xwedanê mafê çarenivîsa xwe ye.

Hemû grûbên etnîkiyên Kurdistanê, wekî hevqederên gelê kurd, di nav Kurdistana demokratîk da dikarin rêvebirîyên xwe yên xwemalî (Otonom) ava bikin.

Beşê Duyemîn:

Rêgazên giştî, armancên Kongreyê û pozîsyona stratejîk

Xal 5: Rêgazên giştî

  1. Kongre, Peyama Cihaniya Mafên Mirovan, rêgazên mafên çarenivîsê û Peymana Neteweyên Yêkgirtî ku ev rêgaz pejirandine, ji bo xwe dike bingeh.

  2. Di nav pêkhate û endamên KNKê da, wekhevîya zayendî heye. Ev rêgaz, di hemû xebat, komisyon û komîteyan da esas tê bicihînan.

  3. Parvekirina Kurdistanê li dijî îrade û daxwazên gelê Kurdistanê çêbûye û mafê diyarkirina çarenivîsa gelê kurd binpê bûye.

  4. Berjewendîyên sereke yên gelên Kurdistanê ji hemû berjewendîyên partî û organîzasyonên polîtîk û sivîl yên Kurdistanê bilindtir in.

  5. Bi hîç sedemekê nabe ku partî, rêxistin û kes li dijî berjewendîyên neteweya kurd, piştgirî û hevkarîyê bi dewleteke dagirkera Kurdistanê an jî bi dewleteke dî ra bikin.

  6. Kongre, hemû cureyên hevkarîya bi welatekî dagîrkerê Kurdistanê ra yên li dijî bizava bi giştî azadîxwaziya neteweyî, wekî sûcê neteweyî dizane.

  7. Kongre, şerê di navbeyna partî û rêxistinên Kurdistanê da red û tawanbar dike.

  8. Çu partî û rêxistinên polîtîk û kes nikarin dest ji hîç parçeyên Kurdistanê berdin.

Xal 6: Armancên Kongreyê

(Guherin 03.12.22 Civata XXI.)

  1. Kongre, ji bo bihêzkirina giyanê, hevkarî û xebateke hevbeş di nav parçeyên Kurdistanê da li ser bingeha yêkîtîya neteweyî, niştîmanî û berjewendîyên sereke yên gelê Kurdistanê dixebite.

  2. Kongre, bi komkirina partî, rêxistin û kesayetîyên niştimanperwerên Kurdistanê, di çarçoveya vî dezgehê neteweyî û niştîmanî da nûnerîtiya gelên Kurdistanê dike.

  3. Kongre, hewl dide ku pirsgirêkên navxweyî û hemû şêweyên nakokî û dijayetîyên di nav partî û grubên polîtîkên Kurdistanî û alîgirên wan da çareser bike.

  4. Kongre, hewl dide ku pirsgirêkên navbera gelên Kurdistanê û welatên cîranên wan bi rêya aştî û dostanîyê çareser bike.

  5. Kongre, her rengê şiddetê red dike, parastina rewa qebûl dike.

  6. Kongre ji ber realîteya civata kurd û Kurdistanê, ya paşvemayî, di hemû kar, xebat û organan da ji bo jinan rêgaza “diskrîmînasyona pozîtîv – cudawazîya pozîtîv” qebûl dike û bi cih tîne.

  7. Kongre, li hemû parçeyên Kurdistanê (Tirkîye, Îran, Îraq, Sûrîye)-(bakûr, rojhelat, başûr û rojava) piştgirîya xebata rizgarîxwaza neteweyî, ya kurd dike û ji bo çareserîyeke polîtîk pêşkêşkirina her alîkarîyeke pêwîst, wekî erka xwe dizane.

  8. Kongre, ji bo bidestxistin û parastina berjewendîyên Kurdistanê, wekî nûnerê gelê Kurdistanê li ser asta dezgeh û rêxistinên navneteweyî û Cîhanî xebatê dike û ji bo vê armancê, digel rêxistinên polîtîkên Kurdistanî hevkarîyê dike.

  9. Kongre, hewl dide ku dostanîyê di nav gelên Kurdistanê û gelên ereb, tirk, faris û hemû gelên Cîhanê da bi hêz bike.

  10. Kongre, piştgirîya parastina azadî û serbestîyê ji bo hemû ol, rêol û bîr û bawerîyên li Kurdistanê hene, dike.

  11. Kongre, piştgirîya parastina azadî û serbestîya fikir û ramanê û çapemeniya azad dike.

  12. Kongre, ji bo nûvejîn û geşkirina ziman û çanda kurdî hewl dide.

  13. Kongre, li herêma Rojhilata Navîn û Cîhanê, ji bo bicihkirina aştîyê hewil dide, herwiha her bi çi navî be bila bibe, li dijî hemû bîr û bawerîyên nijadperestî û tundrevîyê xebatan dike.

Xal 7: Di têkoşîna neteweyî da pozisyona stratejîk:

(Guherin 03.12.22 Civata XXI.)

Hêz û dînamîkên neteweyî û niştîmanî, divê di van xalan da beramberî hevdu bi biryardariyeke bilind berpirsiyar bin:

  1. Berjewendîyên neteweyî û niştîmaniyên demokratîk divê di ser her tiştî da bên girtin.

  2. Pêwîste heyiyên neteweyî û nîştimanî bên parastin û xwedî lê derketin û li ber sembolên neteweyî û nîştimanî rêz bê girtin.

  3. Divê di têkoşîna li dijî dewletên dagîrker û kolonyalîst da li ser hesabê rêxistinên dî, yên neteweyî û nîştimanî nekevin nav hesabên teng û rêxistinî.

  4. Li dijî hêzeke Kurdistanî an parçeyeke Kurdistanê, hemû cureyên hevkarîya bi dagirkeran re xeta sor e û divê di asta neteweyî da bê mehkumkirin.

  5. Divê rêxistinên neteweyî û nîştimanî bi çi rengî be bila bibe, li gel hev di nav dîyalogê da bin.

  6. Piştevanîya hêzên neteweyî û nîştimanî, divê di pîleya herî bilind da bê ragirtin.

  7. Kerkûk, Şengal û hemû sînorûn Kurdistanê li beramberî dagîrkeran her bi çi metodî be bila bibe, divê bi hev ra bên parastin.

  8. Şerê di navbera hêzên neteweyî û Nîştimanî da divê wekî sûcê neteweyî û welatî bê qebûlkirin.

  9. Her kîjan hêza neteweyî û nîştimanî li ser têkçûna hêzeke dî ya neteweyî û nîştimanî bikeve nav pratîkeke şaş, divê wekî alarmeke sor bê qebûlkirin û li beramberî vê ji rêya neteweyî û welatî derketinê, hemû dînamîkên neteweyî û welatî di nav alarmê da bin û refleksa parastina berjewendîyên neteweyî û welatî bi rengekî aktîv û lêveger nîşan bidin û divê rê li ber şikestina navxweyî ya neteweyî û welatî bigirin.

  10. Ji bo ku yêkîtîya neteweyî û niştîmanî ya demokratîk mayînde bibe, divê organîzasyonên wekî meclis, platform, kongre û yên dî bên pêk înan.

Beşê Sêyemîn:

Endametîya Kongreyê û Sond

Xal 8: Endametî

[Guhorîn, 23.08.2000 Kombûna II., -15.10.2017 Civata 17.]

  1. Her kesê/a 18 salî, yê/a ji reng, bawerî, zayend û neteweyên cuda yên Kurdistanê, dikare bibe endamê/a KNKê.

  2. Kes û rêxistinên faşîst û nijadneperest, nikarin bibin endamên KNKê.

  3. Kesên ku bi cezayên kriminalî hatine cezakirin, nikarin bibin endamên KNKê. Yên ku sûce kriminaliyê li ser sabit bûye, ji endametiyê têne derxistin.

  4. Kesên ku du jinên wan hebin, nikarin bibin endamê KNKê, yên ku bi du jinan re bizewicin ji endametîyê tên derêxistin.

  5. Kes û rêxestinên ku bi kiryarên xwe ve zerarê digihînin yêkîtîya neteweyî nikarin bibin endamên KNKê, endamên wisa jî tên derxistin.

  6. Partî, rêxistin, sendîka, komele û organîzasyonên dî, yên sivîl û demokratîk û kesayetîyên serbixwe yên niştîmanperwer ku beşdarî Civata Giştî ya kongreyê bûne û peymana wê dipejirînin, dibin endam.

  7. Parti û rêxistinên polîtîk, komele, sendîka û hemû organîzasyonên sivîl û demokratîk yên ku endamên wan di KNKê da nînin, dikarin tê da bibin endamên çavdêr. Dikarin dîtinên xwe di kombûnan da bêjin, lê mafê wan, yê dengdayînê nîne.

  8. Civata Giştî dikare endamên nû yên ku ji teref Konseya Rêvebir ve hatine pêşniyar kirin ji bo Kongreyê bipejirîne.

  9. Partî, rêxistin, sendîka, komele û organîzasyonên dî, yên sivîl û demokratîk yên endamên KNKê, çawa ku endamên xwe ji bo endamatîya KNKê destnîşan dikin, weha jî xwedan maf in ku endamên xwe biguherin.

  10. Konseya Rêvebir, lî ser her partî, rêxisti û dezgehek wê çend nûnerên wan hebin û bi çi şêweyî nûnertiya wan tê kirin û hilbijartina endamên serbixwe çawa dibe, biryarê dide.

Xal 9: Sond

Hemû endamên Civata Giştî sond dixwin. Dîwana demkî ya Civata Giştî biryarê li ser awayê sondxwarinê dide.

Sond ev e:

Di bin hemû şert û mercan da, ez dê îradeya gel esas bigirim, bo Kurdistaneke azad û demokratîk û hevdem bixebitim û berjewendîyên neteweyî û niştîmanî li ser hertiştî ra bigirim. Herweha li ser bingeha dadperwerî, wekhevî û azadîyê, maf û yekîtîya gelên Kurdistanê biparêzim û bi peymana Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ve girêdayî bim. Bi vê bîr û bawerîyê, li pêşberî hewe û dîrok û mirovahîyê, li ser hemû pîrozîyên xwe sond dixwim.

Beşê Çaremîn:

Dezgehên Kongreyê

Xal 10: Dezgehên kongreyê

[Guhorîn, 13-14. 05.2006 Kombûna VI., – 01.06.2014 Civata 14., – 15.10.2017 Civata 17.]

    1. Civata Giştî

    2. Konseya Rêvebir

          1. Komisyona Karê Derve

          2. Komisyona Ziman, Çand û perwerdehê

          3. Komisyona Jinan

          4. Komisyona Xweza û Jîngehê

          5. Komîteya Ragihandinê

          6. Komîteya Malî ( Darayî )

          7. Komîteya Mafên Mirovan

Xal 11: Civata Giştî

(Guherîn, 13-14. 05.2006 Kombûna VI., – 01.06.2014 Civata 14., – 15.10.2017 Civata 17., 20.10.2019 Civata 19., – Guherin 03.12.22 Civata XXI.)

  1. Civata Giştî bilindtirîn organa kongreyê ye, ji 350 + 50 anku 400 (çar sed) endaman pêktêt. [Ev 50 endamên zêde kontenjana Konseya Rêvebir in û bi pêşniyara Konseya Rêvebir ji teref Civata Giştî ve li gorî hewcehîyê tên tesbîtkirin]. Endamên Civata Giştî ji bo du [2] salan tên hilbijartin û salê carekê bi awayê asayî kom dibe. Li ser pêşnîyara Konseya Rêvebir, Civata Giştî dikare hejmara endaman biguhere. 

  2. Hejmara endaman li goreyî rêgaza wekhevîya zayendî, ji nîvî jin û nîvî jî mêran pêktê. Heke hejmara zayendekê têr nekir, Komîteya Hilbijartinê biryara dawîn dide.

  3. Li ser daxwaza Konseya Rêvebir an jî ji 1/5 ê endamên Civata Giştî, kombûna awarteya Civata Giştî tê pêkanîn.

  4. Civata Giştî bi amadebûna ji nîvî zêdetir endaman pêk tê û platforma herî bilind a biryardayînê ye. Civata Giştî, di her kombûna xwe ya giştî ya bi hilbijartinî da, bi armanca rêvebirina Civata Giştî, dîwanekî û herweha du kesan ji bo nivîsdarîya axavtinên endaman hildibijêre. 

    1. Dîwana Demkî: Ji endamên hazir yê/ya herî mezin serokek û ji endamên hazir yên herî biçûk du cihgiran erkdar dike.

    2. Dîwan: Serokek û du cihgiran bi dengên piranî, yên vekirî ji bo dîwanê hildibijêre.

    3. Du endamên bi rizaya xwe ji bo nivîsandina axavtinên ku di civînê de tên kirin, erkdar dike.

  1. Civata Giştî, li ser pêşniyara ji 1/5 ê endaman, an jî ya Konseya Rêvebir, bi piranîya dengên endamên xwe dikare berî dawîya werçerxa xwe, biryara nûvekirina xwe bide.

  2. Civata Giştî li ser pêşniyara ji 1/5 ê endamên xwe an jî li ser daxwaza Konseya Rêvebir tenê ji bo carekê, bi mercên ku ji salekê dirêjtir nebe, dikare biryara dirêjkirina werçerxa xwe bide.

  3. Endamên Civata Giştî ji bo dewreya nû ji teref Komîteya Hilbijartinê ve tên hilbijartin. Civata Giştî di civîna xwe ya sala duyemîn da Komîteya Hilbijartinê, hildibijêre. Lî gorî şert û mercan Civata Giştî dikare vê erka xwe bide Konseya Rêvebir.

Xal 12: Erk û Peywîrên Civata Giştî

[Guherîn, 13-14 .05.2006 Kombûna VI., – 01.06.2014 Civata 14., – 15.10.2017 Civata 17.]

  1. Hilbijartina hevserokên KNKê.

  2. Hilbijartina Konseya Rêvebir.

  3. Pejirandin an redkirina projeyên ku ji alî Konseya Rêvebir an jî yên ji alî endamên Civata Giştî ve tên pêşkêşkirin.

  4. Guherîna peyman û peyrewa Kongreyê, bi dengên ji nîvîyê yek zêdetir endamên ku di kombûnê da amadeyên Civata Giştî ve tê kirin.

Xal 13: Hevserok (Mêrek û Jinek)

(Guherîn, 13-14 .05.2006 Kombûna VI.] û [21. 05. 2013 Civata 13., – 31.05 / 01.06.2014 Civata 14., – 15.10.2017 Civata 17., – Guherin 03.12.22 Civata XXI.)

  1. Hevserokên kongreyê, kongreyê temsîl dikin û li hember Konseya Rêvebir û Civata Giştî berpirsiyar in.

  2. Hevserokî di navbera zayendan da wekhevîyê temsîl dike û jinek û mêrek ji bo du salan [2 sal] ji alî Civata Giştî ve tên hilbijartin. Kesek ji bo hevserokîyê herî zêde 2 dewreyan [2 x 2 = 4 sal] dikare bibe namzet. Li gorî rewşa demê eger Civata Giştî pêwîst bibîne dikare dewrekê (1 xul) peywîra hevserokan dirêj bike.

Xal 14: Konseya Rêvebir, Kar û Erkên Wê

(Guherîn, 21.12.2002 Kombûna IV., – 13-14 .05.2002 Kombûna VI., – 01.06.2014 Civata 14., – 15.10.2017 Civata 17., – 03.12.22 Civata XXI.)

  1. Konseya Rêvebir, li hemberî Civata Giştî berpirsyar e.

  2. Konseya Rêvebir, organa rêvebirîyê ye û biryarên Civata Giştî û hemû kar û barên kongreyê bi rengekî kolektîv bi rê ve dibe, biryarên Civata Giştî bi cih tîne.

  3. Konseya Rêvebir, ji 21 (bîstûyek) kesan, (2 – du hevserok û 19 – nûzdeh endaman) pêk tê.

  4. Konseya Rêvebir biryaran heta ku gengaz be, li ser esasê yêkdengiyê dide. Heke ku yêkdengî pêk nehat, bi piranî biryarê dide.

  5. Endamên Konseya Rêvebir ji alî Civata Giştî ve ji bo du salan tên hilbijartin.

  6. Konseya Rêvebir kar û xebatên ragihandinê û aborî jî bi rê ve dibe û di pratîkê da bi cih tîne.

  7. Konseya Rêvebir ji sê (3) mehan carekê bi awayê asayî kom dibe.

  8. Di rewşa awarte da li ser daxwaza hevserokan an jî ya ji 1/3 endaman kom dibe.

  9. Konseya Rêvebir heke pêdivî bibîne, dikare Civata Giştî bi rengê awarte ji bo kombûnê vedixwîne û Civata Giştî kom dike.

  10. Ji bo bicihanîna armancên Kongreyê çalakîyan pêk tîne.

  11. Di navbera hêz û kesên neteweyî û niştîmanî da û herweha çareserkirina pirsgirêk û nakokîyên di navbera kesayet, grûb û partîyên polîtîk yên Kurdistanê da organîzekirin û koordînekirin û avakirin, têkilîyên

  12. Amadekirina budceya kongreyê û pêşkêşkirina wê ji bo Civata Giştî .

  13. Amadekirina proje û pêşniyarên peywîst ji bo Civata Giştî.

  14. Konseya Rêvebir, li goreyî pêdivîyan, avakirina komîte û buroyên domdar pêşniyarî Civata Giştî dike û biryara avakirinê di Civata Giştî da tê dan. Konseya Rêvebir dikare komîte û buroyên demkî ava bike.

  15. Konseya Rêvebir li goreyî hewcedarîyan dikare şêwirmendan erkdar bike.

Xal 15: Paşve kêşana dengê bawerîyê û hilbijartina hevserokên nû

  1. Civata Giştî dikare bi piranîya dengên endamên xwe, bawerîya xwe ji Konseya Rêvebir paşve bikêşe.

  2. Ji 1/5 ê endamên Civata Giştî dikarin daxwaza paşve kêşana bawerîyê ji Konseya Rêvebir bikin.

  3. Bi mirin yan dest ji kar berdana herdu hevserokan, Civata Giştî bi awayekî awarte kom dibe û hevserokekên nû hildibijêre. Heger bi mirin an dest ji kar berdan cihê yek ji hevserokan vale bimîne, kombûna Civata Gîştî ya pêşî de, cih tê tejîkirin.

Xal 16: Komisyonên Kongreyê û Erk û Peywîrpn Komisyonan

(Guherîn, 13-14 .05.2006 Kombûna VI., – 01.06.2014 Civata 14., – 15.10.2017 Civata 17., – Guherin 03.12.22 Civata XXI.)

  1. Hemû komisyonên ku di paragrafa duyemîn ya li benda dehan da hatine destnîşan kirin, herî kêm ji 5 [pênc] endaman pêk tên.

  2. Serokên komisyonan ji nav endamên Konseyê, endamên komîsyonan jî, ji aliyê Konseya Rêvebir ve, ji nav endamên Civata Giştî, ji bo du salan têne hilbijartin.

  3. Ev komisyon bi şêweyê asayî her ji sê (3) mehan carekê kom dibin. Serokên komisyonan û ji sêyan yek ji endaman, dikarin daxwaza kombûnên awarte bikin.

  4. Endamên van komisyonan nikarin bibin endamên zêdetirî du komisyonan.

  5. Serokên her yek ji van komisyonan plan û projeyên xwe ji bo pejirandinê ji Konsêya Rêvebir ra dişînin.

Her komisyonek ji van komîsyonên jêrîn di bin çavdêrîya Konseya Rêvebir da, ji bo pêkanîna armancên vê peymanê li hember Konseya Rêvebir berpirsiyar e.

  1. Komisyona Karê Derve; Di warê têkilîyên derve da erkên xwe, bi hevkarî û şêwirmendîya Konseya Rêvebir bi cih tîne. KNKê di qada dîplomatîk de temsîl dike, dîplomasîya neteweyî bi pêş ve dibe û hewl dide ku dîplomasîya Kurdistanî dibin sîwana KNKê de bîne ba hev û bi stratejîyek hevbeş bê meşandin.

  1. Komisyona Ziman, Çand û Perwerdeyê;

    1. Ji bo bi giştî bipêşxistin û geşkirina warên ziman, perwerde, çand û ronakbîrî yên Kurdistanê. Plan û projeyên pêywît pêk tîne û herweha piştgirîya plan û projeyên ku tên pêşniyar kirin, dike.

    2. Hewil dide ku huner, çand, ziman, perwerde, wêje (edebîyat) û folklora li derve û li nav welat geş bike û bi pêş ve bibe. Herwisa hewil dide ku zaravayên Kurdî wekî zengînîya zimanê Kurdî bên parastin, lê ji bo pêkanînan û xurtkirina zimanekî yekgirtî û neteweyî û herweha yekîitîya alfabeya Kurdî xebatê dike û kar û xebatên di vî warî da ku tên kirin, koordîne dike.

    3. Bi giştî li ser perwerdeya ziman û kultura Kurdî radiweste, bi hemû dezgehên ku di vî warî da dixebitin ra hevkarîyê dike. Pêşniyar û raspardeyan (tewsîyeyan) araste dike û têkilî û kar û xebat û çalakiyan koordîne dike.

  1. Komisyona Jinan; Ji bo azadîya jinan û parastina mafên wan dixebite. Xebatên ku tên kirin, koordîne dike. Ji bo ku yekîtîya neteweyî pêşbikve di asta neteweyî de jinan kom dike û jinên çar parçeyên Kurdistanê birêxistin dike. Di asta navneteweyî de têkoşîna azadîyê ya jinên Kurdistanê dide naskirin û di vî warî de KNKê temsîl dike.

  1. Komisyona Xweza û Jîngehê: Bingehên an stûnên polîtîkaya neteweyî û niştîmanî ya xweza û jîngehê tesbît dike. Li ser xweza û jîngeha welêt plan û projeyên zanistî dide amadekirin. Ji bo realîzekirina van xebatan, hemû dam û dezgeh û organîzasyonên di vî warî da kar dixebitin, koordîne dike.

Xal 17: Komîte, Erk û Peywîrên Komîteyan

(Guhertîn: 01.06.2014 Civata 14., – 15.10.2017 Civata 17.)

Konseya Rêvebir li goreyî hewcehîyan avakirina komîteyên domdar pêşniyarî Civata Giştî dike û bi biryara Civta Giştî komîte ava dibin. Konseya Rêvebir dikare komîte û buroyên demkî ava bike. Berpirsiyarên komîteyan ji bo du salan ji nav Konseya Rêvebir tên hilbijartin.

Ji bilî komisyonan ev komîte jî di bin berpirsiyarîya Konseya Rêvebir da tên avakirin û birêvebirin:

  1. Komîteya Ragihandinê: Kar û xebatên medyayê û bang, bangewazî û daxuyanîyên KNKê amade dike û belav dike.

  2. Komîteya Malî – Darayî: Polîtîka darayî û budçeya KNKê amade dike, salaneyên endaman kom dike, hatin û lêçûnên KNKê îdare dike.

  3. Komîteya Mafên Mirovan: Di warê mafê mirovan de li her çar parçeyên Kurdistanê, di vî warî de bûyerên li dije mirovî yên bi gelê Kurdistanê ve giradayî û bi giştî rewşa mafên mirovan dişopîne, rapor dike û bilav dike.

Beşê pêncemîn:

Çareserîya pirsgirêk û nakokiyên di navbera hêzên Kurdistanê da

Xal 18: Awayê çareserîya pirsgirêk û nakokîyan

(Guhertin: – 01.06.2014 Civata 14., – 15.10.2017 Civata 17.)

  1. Kongre hewil dide ku ji bo her core alozî û nakokîyên polîtîk yên di nav hêzên Kurdistanî da bi rêya danûstandinan çareserîyan bibîne û aştîya neteweyî û niştîmanî bi cih bike .

  2. Heke nakokîyek bibe sedemê pevçûn û şerê çekdarî, kongre hewil dide ku bi awayên jêrîn van nakokîyan ji holê rake.

    1. Daxwaza rawestandina şer û li dijî hev bikarneanîna çekan dike.

    2. Konseya Rêvebir, alîyê ku bi daxwaza rawestana şer razî nabe, agahdar dike ku helwesta wî alî, ji bo berjewendîyên neteweyî û niştîmanî zerar e.

    3. Heke ew alî li ser helwesta xwe ma û guh neda daxwaza Konseya Rêvebir. Kongre helwestên peywîst li hember wî alî digire û ji bona zelalbûna rastîyê, piştî lêkolînan, raporekê ji alîyê komisyoneke bêalî ve, ku serok û endamên wê ji alî Konseya Rêvebir ve têne tesbît kirin, aşkera dike.

Beşê Şeşemîn:

Normên etîk yên li nav KNKê û çend Xalên giştî:

Xal 19: Normên etîk:

(Guhertin: – 01.06.2014 Civata 14., – 15.10.2017 Civata 17.)

Tevna KNKê li ser esasê normên etîk hatîye raçandin. Çi organîzasyon bin an kesayet bin, her endamek divêt rîayetî normên etîk bike. Kes û organîzasyonên dibin endamên KNKê, di wê asta hişyarî û berpirsiyarîyê da ne. Heke endamek li hemberî KNKê kete nav dijberîyeke dijwar an jî di navbera endamên KNKê da dijberîyeke bi vî rengî rû bide, divê Konseya Rêvebir, komîsyon û komîteyên peywendîdar heta dawîyê hewil bidin ku wê/î an wan razî bikin. Heke qet pêkan nebû, bêyî ku şexsîyet bê rencîdekirin, bi rengekî maqûl û mirovî, peymana endametîyê, ya kes an rêxistinên ku bi lihevhatinê razî nabe, ji teref Konseya Rêvebir ve, tê betalkirin. Endam dikare vê biryara Konseya Rêvebir bibe Civata Giştî. Biryara dawîn ya Civata Giştî ye.

Xal 20: Cih û dema damezrandinê

Civata Giştî, di 24-26ên Gulana 1999an da, li Holanda li bajêrê Amsterdamê kombûna xwe ya damezrandinê pêkanî. Piştî gengeşî û danûstandinan, ev peymana Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê hat pejirandin.

Xal 21: Cihê Kongreyê

(Guhertin: – 01.06.2014 Civata 14., – 15.10.2017 Civata 17.)

  1. Kongre û dezgehên wê, heta vegera Kurdistanê, ji bo demeke berwext, a nemayînde li paytextê Belcîka Brukselê cih digirin.

  2. Heke pêdivî bi guherîna cihê dezgehên KNKê hebe, Konseya Rêvebir pêşniyarî Civata Giştî dike û biryar Civata Giştî dide.

Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê

Peymana demê damezrandinê: 26 Gulan 1999

Guherîn û nûkirinên dawîyê: (Pejirandin: 26.05.1999 Kombûna Damezrandinê. Guherîn: 23.08.2000 Kombûna II., – 17.12.2001 Kombûna III., – 21.12.2002 Kombûna IV., – 14.05.2006 Kombûna VI., – 13-14. 12. 2008 Kombûna IX., – 28-29 Gulan 2011 Kombûna 11., – 21.05.2013 Civata 13., – 01.06.2014 Civata 14., – 15.10.2017 Civata 17. – 20.10.2019 Civata 19., 02-03.12.22 Civata XXI.)

**

HEVSEROK
Events