Li ser rûdanên nû, alozî û metirsîdarîyên li ser destkeftîyên li Rojavayê Kurdisanê Konseya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li roja 18.1-2026 de civîya û rewşa heyî nirxand.
Konseya KNKê biryara Reveberîya xweser ya seferberya giştî ya niştimanî di cîhde dibîne. KNKe bi hemû hêza xwe piştgirîya biryara SEFERBERÎYA GIŞTÎ ya NETEWEYÎ jibo destkeftîyên Rojavayê Kurdistanê radighîne û bangewazî li hemî partî, rêxistin, sazîyên civakî û gelên Kurdistanê li nav welat û li Diaspora kurdistanî dike dakû bi xurtî tev li seferberîya niştimanî ya giştî bike.
Gelê kurd di tekoşîna Azadî û Rizgarîyê de bedelên mezin daye û bawerî bi îradeye xwe ya zatî anîye. Wa dîyar siyaseta navdewletî careke din bes ligor berjewendîyên xwe tevgerîya û erka xwe ya axlakî û insanî li hemberî kurda bicîh nanî. Gelê Kurdistanên xwedan we biryar û îradêye ye ku, bela şik û guman ligel tu kesî peyda nebe dê tekoşîna Azadî û Rizgarîyê berdewam be.
Em vêya jî baş dizanin ku şerê li dijî destkeftîyên Rojavayê Kurdistanê bi serpereştîya dewleta tirk bi hemû hêza xwe ya siyasî, diplomatîk, aborî û teknîka leşkerî ligel grubên ceteyên cîhadîst û DAIŞê hatîye destpêkirin û bi berdewam dike. Di heman demê de dewleta tirk ligel hevalbendên xwe di vî şerîde, şerê bi rêya ragîhandinê de jî bi awayekî aktif dike.
Bangewazîya me bo hemû gelên Kurdistanê û kesên xwedî wijdan e ku li hebûna xwe xwedî derkeven çi ji destê kê tê di vê demê de bike.
Roj roja xwedî derketina li Rojavayê Kurdistanê ye. Roj roja xwedî derketina rûmeta Kurd û Kurdistanê ye.
Serkeftin bo gelê Kurdistanê
Konseya Rêvebir ya KNKê
Brûksel 18.1.2026







