Em piştgiriya Banga Aşitî û Civaka Demokratîk dikin

vê gotarê parve bikin

Ji bo Raya Giştî

Em piştgiriya Banga Aşitî û Civaka Demokratîk dikin

Di lêgerînên çareserîya pirsgirêka Kurdî da duh rojeke dîrokî bû. Duh heyetek berfireh çû girava Imralîyê û bi Birêz Abdullah Öcalan re hevdîtin pêkanî. Heyetê peyama Birêz Öcalan ya bi navê Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi xwe re anî û ji reya giştî re belav kir. Ji vê bangê armanc aşitî ye, armanc li Tirkiye û Kurdistanê avakirina civaka demokratîk e, armanc rêvekirina li siyaseta demokratîk e, armanc demokratîzekirina tevaya Tirkiye ye, armanc bi rêya aşitî û diyalogê çareserîya pirsgirêka Kurdî ye.

Ev bang ji gelek alîyan re ye. Banga sereke ji rayedarên dewleta Tirk re ye ku divê şer rawestînin, pêşîya siyaseta demokratîk vekin, şert û mercên serbest karkirinê ji Birêz Öcalan re pêkbînin, meseleya Kurdî bînin parlamentoyê û bi awayeke demokratîk çareser bikin.

Bang ji terefê kurdî re ye ku li gorî siyaseta demokratîk xwe ji nûve rêxistin bikin û bi rêvekirina siyasetê ve çekan ji dewreyê derxin.

Bang ji hêz û sazîyên navneteweyî û ji raya giştî ya cîhanê re ye ku di pirgirêka Kurdî da bê çareserî hingî diçe girantir dibe, aşitî û aramîya herêmê têkdibe, li ser vê pirsgirêkê rawestin û bibin alî û alîgirê çareseyek demokratîk.

Em weke KNK, vê bangê girîng û dîrokî dibînin û piştgirîyê lê dikin û ji bo ev derfet bête karanîn emê li ser karbin û em ê ji bo çareseriyek aşitî û demokratîk hemî derfetên xwe kar bînin.

Bi vê minasebetê:

Di sêrî de em bang li rayedarên dewleta Tirk dikin ku vê derfeta dîrokî ji destê xwe nerevînin û bersivên erênî bidin vê bangê û rêya siyaseta demoratîk vekin û pirsgirêka Kurdî bi rêya diyalogê çareser bikin.

Heta niha dengvedana navneteweyî ne xirabe lê têrê nake, em bang li hêzên cîhanî dikin û dibêjin tenê daxuyanî têrê nakin, jibo ev derfet heba nebi bikevin nava tevgerê û jibo aşitî û dialogê rola xwe bileyzin.

Em bang li hemî partî û rêxistinên Kurdistanî û hemê gelê Kurdistanê dikin ku vê dema hestyar de em hemî bi hev re tevbigerin, piştgirîya Banga Aştî û Civaka Demokratîk bikin, yekîtîya xwe xurttir bikin, tekoşîna aşitî û demokrasîyê bilind bikin.

Konseya Rêvebir ya KNKê

28.02.2025

Encamnameya Civîna Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî