Encamnameya Civîna Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî
Li ser banga Nûnertîya Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê ya Ewropa, bi amadebûna grûbek kesayet û nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, di roja 14.12.2024an da, li avahîya Nûnertîya Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê ya li Brukselê da, civînek berfireh pêkhat. Piştî nîqaşên berfireh, jibo parastina deskevtên gelê me li rojavaya Kurdistanê helwestek hevbeş derket holê û jibo dema pêş plansazîyek hevbeş ya kar û xebatan hate çêkirin.
Mijar û rojeva civînê pêşketin û boyerên li Surîya û rojavaya Kurdistanê bûn. Gorî rojevê, di destpêkê de nûnerên Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê agahdarî dane civînê û peyre jî beşdaran yek bi yek li ser rewşa Surîya û rojavaya Kurdistanê û êrîşên li ser deverên Kurdan û parastina deskevtan, dîtinên xwe anîn ziman. Teybetî gef û êrîşên dewleta Tirk yên li ser rojavaya Kurdistanê, bi berfirehî hatin nîqaşkirin û li hember van êrîşan helwest hatin danîn. Herweha li ser helwest û pozîsyona Koolasyona Navneteweyî ya dijê DAIŞê û welatên çîran jî hate rawestan. Bi giştî di roja îro da, pêwîste li Surîya da Kurd çawa tevbigerin û Kurdên parçeyên dî û yên li derveyî welat divê çi bikin û çawa xwedî li Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Surîyê derkevin, helwest, nêrîn û pêşniyar derketin û bang hatin kirin.
Gorî van nîqaşan, civîn van xalên jêrîn ji reya giştî re pêşkêş dike:
- Ji 2012an vir ve li rojavaya Kurdistanê, li bakur û rojhilata Surîyê, Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî-Kildanî, Ermenî û hemî pêkhateyên etnîkî û dînî (Misilman, Sunî, Alewî, Mesîhî, Êzidî), bi hevre xwedî li îradeya xwe derketin û rêveberîyek xweser avakirin. Di nava vê rêveberîyê de ne tinê pêkhateyên etnîkî û bawerîyan, di heman demê de jin jî bi îradeya xwe cihê xwe li hemî dem û dezgehan de digrin. Deverên di bin kontrola Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê de, deverên herî azad, demokratîk û sekulerin. Ji ber vê sedemê jî ji destpêka Şoreşa Sûrî ve û heta niha, ev dever di bin êrîşên hêzên dagirker û hêzên Selefî de ne. Ev rastî, ev ferq û cudahî ji hemî deman zêdetir îro li ber çavaye. Ji bilî herêma di bin kontrola Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê, hemî deverên Surîyê niha ketîne destê hêzên Islamîya tundrew û çeteyên girêdayî dewleta Tirk. Çi dibi bila bibi divê ev herêm bi sîstema xwe ve bête parastin.
- Dewleta Tirk, dijminê sereke yê gelê Kurd e, li seranserê Kurdistanê êrîşan dike û li herêmê serkêşîya dewletên dagîrker dike û li hemî Cihanê dijê gelê Kurd di nava kar û xebatên dijber de ye. Ji destpêka Şoreşa Surîyê vir ve dewleta Tirk dijmintîya kurd û deskevtên Kurdan dike. Pêşîyê bi rêya DAIŞ û hêzên girêdayî xwe êrîş kir. Dema encam ne girt bi xwe dest bi êrîşan kir û gelek dever dagîrkir. Êrîşên dewleta Tirk berdewamin. Di êrîşên xwe de hemî pîvanên mirovî û huqoqî binpê dike. Dewleta Tirk bi giştî binesazîya Rojava û cihên jiyanê (depoyên avê, santralên elektrîkê, depo û bîrên petrolê, depoyên gazê, depoyên genim, kargehên ard û firin, kargeh, nexweşxane û cihên dî yê wekî wan) hedef digre. Piştî têkçûna rejîma Beas, dewleta Tirk hêzên girêdayî xwe ku hemî hêzên Selefî ne xistin hereketê û êrîşê Şehba û Minbicê kirin. Cih û deverên têne dagirkirin de Kurd jê têne derxistin û demografî bi temamî tête guhertin. Êrîşên wan berdewamin. Civîn êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê, bi tundî şermezar û mehkum dike û bi hemî hêza xwe ve li hember van êrîşan, li milê Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê radiweste.
- Gorî huqoqa navneteweyî ev êrîşên dewleta Tirk, sucên şerin û sucên dijî mirovatîyê ne. Em vê rewşê ji nîzing ve dişopînin û emê sûcên dewleta Tirk bibin dagehên navneteweyî. Civîn, biryara pêkanîna trîbûnalek (mahkemeyek sivîl) navneteweyî li ser kiryarên dewleta Tirk yên li rojavaya Kurdistanê, weke karekî sereke yê vê demê dibîne û cihê xwe di nava vê xebatê de digire.
- Rejîma Beas têkçûye û niha li Şam ê rêveberîyek nû tê avakirin. Niha wê hemî dem û dezgehên dewleta Surîyê ji nûve bêne avakirin û destûrek nû bête çêkirin. Kurd miletekî qedîm yê wê axê ne. Divê Kurd û hemî pêkhateyên Surî, di avakirina dewleta nû de cihê xwe bigrin û di destûrê de mafê wan bête misogerkirin. Ji ber vê yekê divê li rêveberîay nû ya Surî re hevdîtin û muzakere bêne kirin. Nabi partî û rêxistinên Kurdî parçe parçe bi serê xwe tevbigerin û tinê biçin Şamê. Civîn bang li hemî partî û rêxistinên Kurdî yên li rojavaya Kurdistanê dike ku heyetek hevbeş pêkbînin û bi rêveberîya Şamê re bi yek dengî biaxivin.
- Parastina rojavaya Kurdistanê, parastina Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê, heman demê de parastina Kurdistanê ye. Pêwîste hemî hêz, partî, rêxistin û quwetên Kurdistanî, mil bidin milê Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê û li hember êrîşan rawestin û deskevtên gelê me biparêzin. Civîn bang li hemî hêz, partî, rêxistin û quwetên Kurdistanî û hemî gelê Kurd û dostê Kurdan dike ku di vê demê de bê teredût Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê destek bikin û li hember êrîşan rawestin.
- Rojavaya Kurdistanê di bin êrîşên dewleta Tirk û hêzên Selefî de ye û dixwazin Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê hilweşînin û hemî deskevtên gelên wê herêmê têkbibn. Li hember van plan û êrîşan, pêwîste Rojava û hemî herêmên Bakur û Rojhîta Sûrîyê bêne parastin û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bête avakirin. Bakur û rojhilata Surîyê, di nava xaka Surî da devera herî azad û demokratîke. Li vê deverê bi deh hezaran girtî û bermayên DAIŞê hene. Têkçûna Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê, rê li ber DAIŞ û hêzên Selefî vedike û ji hemî Cihanê re xeterîyê çêdike. Civîn, sêrîde bang li Koolasyona Navneteweyî ya dijê DAIŞê, Neteweyên Yekbûyî, hemî hêzên peywendîdar û reya giştî Cihanê dike ku li hember êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê rawestin, Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Surîyê bi parêzên û jibo avakirina Surîyeke demokratîk bibin alîkar.
- Niha li deverên bakur û rojhilata Surîyê gelek penaberên ji Efrîn, Şehba, Heleb û Minbicê hene û pêwîstîya wan bi alîkarîya mirovî heye. Gelê li çar alên Kurdistanê û derveyî welat jibo wan alîkarîyê kom dikin. Herweha Rêxidtinên Humanîter yên navneteweyî jî dixwazin alîkarîyê bikin. lê derîyê Piş Xabûr û Til Koçer girtî ne. Civîn bang li rêverîya Herîma Kurdistanê û Hukumeta Êraqê dike ku van derîyan vekin û alîkarîyê bigihênin koçberan û mexdûran. Herweha civîn bang li hemî gelê Kurd, dostên Kurdan û Cihana Humanîter dike û dibêje kampanya alîkarîyê xurt bikin û baştir xwedî li koçber û mexdûran derkevin.
- Şerê eve salekî zêdetire ku li Filistînê berdewame niha derbazê Lubnanê û Surîye yê bûye û car caran jî derbazê Yemen, Îran û Êraqê dibe. Ev şer hingî diçi fireh dibe û ber bi şerekî Cihanî ve diçe. Ji xwe gelek hêz vê rewşê weke şerê Cihanê yê sêyemîn navdikin. Dagirkerên Kurdistanê her yek bi awayekî terefê vî şerî ne. Yanî şer hingî diçi ber bi Kurdistanê ve jî tê. Di vê rewşê de yekrêzîya nav mala Kurd, yekîtîya neteweyî gelek mihime. Civîn, bang li hemî kes, hêz, partî, rêxistin û quwetên Kurdistanî dike ku rojekî zûtir di Konferanseke Neteweyî de kombibin û yekîtîyek xurt avabikin
Parastina Rojava, parastina hemî Kurdistanê ye!
Jin – Jiyan – Azadî!
Civîna Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî ya Brukselê
14.12.2024