Hilbijartinên Parlamentoya Başûra Kurdistanê

vê gotarê parve bikin

Li ser Hilbijartinên Parlamentoya Başûra Kurdistanê

Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Başûra Kurdistanê di qonaxeke gelekî taybet de têne kirin. Di 33 salên fermî yên herêma Başûr de, hilbijartinên parlementoyê tu carî serdemekî ewqas aloz û bi kriz nebûye. Li ser asta navxweyî jî nakokiyên di navbera aliyên siyasî û aloziya di navbera wan de, krîza aborî û debara jiyana xelkê, hejarî, nebûna xizmetguzariyan, bêkarî, bêkariya parlamentoyê, exmsariya hikûmetê, cîbicîkar û deynên wê yên berhevkirî, xem û astengiyên gel yên li ser azadiyan, girtin û bêdengkirina rojnamegeran. Kirîz û pirsgirêkên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê û her wiha destwerdana leşkerî, ewlekarî û kaotîk ya dewletên herêmê. li başûrê Kurdistanê ev û gelek mijarên din taybetmendiyên ku başûra Kurdistanê û rêveberiya herêmê didin nasîn.

Helwesta hikûmeta navendî ya Iraqê li hember Herêma Kurdistanê ne tenê ne dostane ye, belku berdewam hewl dide ku statûya herêmê lawaz bike û têk bibe û pirsgirêkên din çêbike û deskeftîyan kêm bike. Piştî pêvajoya referandumê, 2017an de beşeke mezin ji xaka başûrê Kurdistanê ji nû ve bi dest xist û pêvajoya guhertina demografiya bajar û bajarokên Kurdistanê berdewam kir. Li alîyê din jî bi dewletên herêmê re ji bo têkbirina destkeftiyên gelê Kurd komployan çêdike. Bi dewleta Tirk re peymanan îmze dike, partiyên Kurdan qedexe dike, di kûrahiya dehan kîlometroyan de destûrê dide Tirkiyê muxele ya Eraq bike, li ser hesabê berjewendiyên gelê Kurd peymanên aborî, ewlekarî û leşkerî îmze dike. Her wiha ji bo tepeserkirina têkoşîna rewa ya gelê rojhilata Kurdistanê bi dewleta Îranê re peymana bêçekkirin û bêtesîrkirinê li hember hêzên rojhilata Kurdistanê îmze kir. Ev taybetmendiyên ku helwesta hikûmeta navendî ya Iraqê û gelek serkirdeyên siyasî yên Iraqê diyar dikin.

Di heman demê de hikûmeta Iraqê plan dike ku di meha Mijdarê de yekser piştî hilbijartinên parlamentoya herêmê, serjimêriya giştî pêk bîne. Ev prose di demekê de tê birêvebirin ku ti xalên madeya 140 nehatine cîbicîkirin û kêşeya navçeyên dabirayi ne tenê çareser nebûye, belkî ber bi rêyeke xirabtir ve çûye.

Tevî van hemûyan jî mijarek pir girîng heye: Dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser başûrê Kurdistanê. Êrîş û dagirkirina bi dehan baregehên leşkerî yên bi her cure çekên sivik û giran, di nav de çekên qada navneteweyî de qedexekirî jî didomin. Li herêmê bi dehan baregehên îstixbaratê, saziyên siyasî, aborî û çandî ava kirine. Tirkiye beşeke mezin ji herêma Behdinan dagir kiriye û bi gelên herêmên dagirkirî re jî weke xwedîyê axê tevdigere.

Lê li gel van hemûyan jî gelê Kurd li herçar parçeyan, li bajaran, gundan, li zindan û çiyayan bi hêvî û îradeyeke xurt di berxwedaneke bê hempa û hêviya serketineke mezin de ne. Hilbijartinên şefaf û bê sextekarî yên parlementoya başûra Kurdistanê parçeyek ji vê berxwedan û hêviyê ye.

Belê, hilbijartinên parlementoya başûra Kurdistanê di rewşeke wiha nazik, hestiyar û diyarker de têne kirin. Ev qonaxeke diyarker e, ji ber ku ji aliyekê ve metirsiyeke mezin li ser destkeftên gelê me li hemû beşên welat de heye û di heman demê de derfeteke me ya mezin ya serkeftinê jî heye.

Em weke Kongreya Neteweyî Kurdistanê ku her tim banga yekitiya gelê Kurd û hêzên wî yên siyasî dikin, em jî daxwaz dikin ku pêvajoya hilbijartinê di atmosfereke aram û şaristanî de û bê destwerdan were kirin. Hilbijartineke zelal ku gelê başûra Kurdistanê bi awayekî azad dengê xwe bide. Em piştrast in ku gelê başûrê Kurdistanê bi zanebûn e ku dê dengê xwe bide namzetên ku berjewendiyên herî bilind yên gelê Kurd diparêzin, destkeftî, maf û azadiyên xwe biparêzin û ji bo Kurdistana azad li dijî dagirkerî û komploya dijberan têbikoşin. Divê demildest bê qebûlkirin û piştre hikûmeteke bi bandor ku bersivê bide daxwazên dengdêran û hemû gelê kurd bê avakirin û dest bi xebatê bike.

Bi vê munasebetê eme weke KNK carekî dî bang dikin û van xalên jêrîn pêşkêş dikin:

  1. Ev hilbijartin giringin, divê gelê me biçi ser sindoqan dengê xwe bidi berendamên welatparêz yên dijê dagirkeran berjendîyên gelê me diparêzên û xizmetê ji gel re dikin.

  2. Divê hilbijartin bi hemî awayî zelal û bê hîle bêne meşandin da ku encamekî rast û durist derkevi holê.

  3. Divê hemî alîyên siyasî yên beşdarê hilbijartinê dibin, di peyam û propaganda xwe de bi zimanekî siyasî plan û projeyên xwe pêşkêş bikin û zimanê suçdarî û heqaretê nexebitinîn. Divê hilbijartin bi atmosferek demokratîk de bêne kirin, li ti cih û ti deveran li hember ti kesî şîdet neyête karanîn.

  4. Divê hemî hêz ji encamên hilbijartinê re rêz bigrin û gorî encamên hilbijartinê hukumetek demokratîk bête serkar.

Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê

30.09.2024

Li derbarê kuştina gelê sivîl li Başûrê Kurdistanê – Bang li NY, Komkara Ereb û Iraqê