Şermezarkirina Êrîşên Dewleta Tirk A Li Ser Perwerdê, Bikaranîn û Fêrkirina Zimanê Kurdî

vê gotarê parve bikin

Şermezarkirina Êrîşên Dewleta Tirk A Li Ser Perwerdê, Bikaranîn û Fêrkirina Zimanê Kurdî

Herwekî tê zanîn, dewleta Tirka faşîst û dagirker, van rojên dawîn bi şêweyeke hovane û bênavber erîşan dibe ser bikaranîn, perwerde, fêrkirina zimanê kurdî.

Di serî de hunermendekî bi zimanê kurdî sitranên xwe digot hat kuştin, li pey vê bûyerê xortên ku govend girêdan ji alî polîsên dewleta faşîst a koalîsyona AKPê û MHPê ve hatin girtin, li pey van bûyeran avêtin ser dawet û dîlanan, ew jî têra wan nekir. Çeteyên AKP û MHPê kesîkî ku bi telefonê bi malbata xwe re bı Kurdi diaxêvî li Stanbolê kuştin. Heman çeteyan êrîş birin ser karkerên demsaleyên Kurd ku bi rojane dixebitîn, hêzên vö dewleta faşîst û mêtinger temaşe kirin û bi ser de ev karker hatin binçavkirin û hinek ji wan hatin girtin.

Ji ber ku li dijî van êrîşan bertekên têr û tijî nehatin dayin, dewleta faşîsta dagirker a AKP û MHPê dersxaneyên ku tê de dersên fêrkirina kurdî dihatin dayîn bi rêbaza venêrînan kirin tengasitê û ji bo girtina van dersxanêyan li hêncetan gerîyan û ev venêrînên wan berdewamin. Wan rojên dawîn şarederîyên ku baxçeyê zarokan dabûn vekirin û nivîsên baldarbûmnê, yên hatûçûyê, yên wekî ”Pêşiyê Peya” ji alî çeteyên wan ên fermî û nepenî ve hatin jêbirin û bi lêpirsînên reveberî re rû bi rû man. Niha jî pişkînerên dewleta faşîst a AKP û MHPê di şaredarîyên Amed, Wan û bajarên din de venêrînan dikin û ji bo lêpirsîn vekirinê li hêncetan digerin.

Duh serê sibê êrîş birin ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) û pîrtûkfiroş PAYÎZ PIRTÛKê û piştî re jî avêtin li ser malên rêveber û mamosteyên MED-DERê û xebatkarên PAYÎZ PÎRTÛKê û tevî hevserok, rêveber û mamostayên MED-DERê gelek ji wan hatin desteserkirin. Gelek pirtûk û kovar yên bi zimanê Kurdî jî wekî alavên tawanbarkirinê bi xwe re birin. Li Îzmîrê jî rêvebera Jin Art Hunerê hat derdestkirin.

Dewleta Tirk, a mêtingera faşîsta AKP û MHPê, carek din dijminatiya xweya li hemberî ziman, çand, wêje, dîrok û hunera kurdî nîşanî gelê Kurd da û hemû nirxên Kurdayetiyê bin pê kir.

Ji ber van egeran em bang li hemû rêxistinên siyasî, tevger, sazî, dem û dezgehên, sîvîl, pîşeyî, olî, civakî, rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar û welatperwerên Kurdistanî, dikin ku bi hevdû re û bi yekdengî li hemberî van êrîşên hovaneyên nîjadperest, ên dewleta AKP û MHPê bertekên xurtên bi girseyî nîşanbidin û li van nirxên me yên bingehîn xwedî derkevîn.

Em wekî Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeya KNKê van êrîşên hovane û nîjadperest bi tûndî şermezar dikin. Ji bo bi yekdengî bertek nîşandan û xwedîlêderketina nirxên me yên bingehîn, hemû welatparêzên Kurdistanê vedixwînin.

Dîsa em dibêjin! Ziman, çand, wêje, huner û dîroka me, hêmana bingehîna jiyana me ye!

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeya KNK

25.09.2024

Li derbarê kuştina gelê sivîl li Başûrê Kurdistanê – Bang li NY, Komkara Ereb û Iraqê
Encamnameya Konferansa Komisyona Ziman, Çand û Perwerdeya KNK’ê