Encamnameya Konferansa Komisyona Ziman, Çand û Perwerdeya KNK’ê
Ziman, amrazeke xwezayî û civakî ye ku ji dengan pêk tê û jibo derbirînê tê bikaranîn. Mirov bi vê amrazê bi hev re diaxivin, ji hev têdigehîjin û danustandinê pê pêk tînin. Ziman girêdayî jiyana civakan e û bi jiyana wê civakê re rewşdar dimîne. Zindî hiştina ziman tenê bi rêya “axaftin, nivîsandin û peytkirin bi jîyana rojaneya civakî” ve berdewamî pê tê dayin.
Her wekî tê zanîn her gel û neteweyek heyî û çanda xweya jîn û jiyarê bi zimanê xwe yê dayikê diafirînin. Dewlet serê dayikan zaro fêrî ziman dibin û ew zimanê taybet û xwezayiya resen û bingehîna kesayetîya zarokî ye. Ziman keresteya bingehîna axivîn, giftugo û tekiliyên civakî ye. Çand, wêjê, folklor, hişmendî, şaristanîbûn, aborî, zanistê ye ku bi bikaranîna zimanî tê afirandin. Ev afirînerî ast û rewşa ziman bilind û dewlamed dike û ber bi pêş ve dibe. Ji ber vê ye jî ziman ji bo her gel, netewe û komeke diyarkirî, şengesteyeke jiyanî ye – girêdayî hebûn û nebûna wî/wê ye. Dikare ev bête gortin ku amraza ku civakê dike netewe, ziman bixwe ye.
Dewletên dagirker û mêtinger, dixwazin bi rêya bişaftin, sivikkirin û nehezkirinê zimanê kurdî, kurdan ji holê rakin. Her çiqas dewleta Îranê hebûna gelê kurd red neke jî, lê di dibistan û fermiyetê de ji bo perwedeya zimanê kurdî tu gavan naavêje û di pêvajo û siyaseta xwe de bi kuştin, tirsandin û darvekirinê dixwaze neteweya kurd bibişêfe û ji hole rake.
Lê belê ji ber ku dewleta Tirk hebûna xwe di tunebûna kurdan de dibîne, di sala 1925an de bi madeyên 13., 15. û 16. emîn, ên “Planê Birêkûpêkkirina rojhelatê!” zimanê kurdî qedexe kir û ji serê sedsala bîstan heta îro, navên hemû bajar, navçe, bajarok, gund, tax, çiya, deşt, kanî, rûbar, çem, newal, zozan û wargehan guhartine û navên tirkî li ser danîne. Bi şerê çekdarî jî di nav gelê kurd de qirkirinê pêk tîne. Ziman, çand, folklor, sitran û muzîk, sînema û şano yên bi zimanê kurdî qedexe dike û bi vê şêweyê dixwaze neteweya kurd bibişêfe û ji holê rake.
Li metropolên Tirkiyeyê bi çeteyên xwe êrîşan dibe ser kesên ku bi kurdî diaxivin, hunermend û kesên ku bi malbata xwe re bi kurdî diaxêvin dikujin. Yên ku ji kuştinê jî xelas dibin, bi rêya dadgehên xwe yên çetegerî diavêjin zîndanan. Bi vê corê han siyaseta bişaftinê ya qirêjî bi tûndî li ser gelê kurd disepîne.
Li rojavayê Kurdistanê, li deverên dagirkirî, ên wekî ((Efrîn, Girê sipî û Serê kaniyê)) perwerdeya bi zimanê kurdî qedexe dike. Bi rêya çete û krêgirtiyên xwe demografîya wan herêman diguhêre.
Ji ber van egeran:
Me wekî Komîsyona Ziman, Çand û Perwerde roja 07ê Îlona 2024an li ser tora Zoomê konferanseke berfirah li dar xist. Di encama guftûgoyan de li ser van xalên jêrîn li hev kir.
-
Ziman malê ti çîn, grûb, rêxistineke siyasî û sivîl nîne. Ziman hêmana bingehîna temamî gel û neteweyî ye. Divê, hemû rêxistinên siyasî, sivîl û pîşeyî li dijî van polîtîkayên qirkerinê û bişaftinê bertek nişan bidin.
-
Pêwîste li gorî vê armancê komîsyona ziman, Çand û perwerde weke dezgeheka sazîasa bixebite û bingehên yekîtiya ziman û perwerdeya neteweyî bide avakirin.
-
pêwîste komîsyoneke bispor bête damezirandin ku ji kesên akademîsyen, perwerdekar û zimanzan koordînasyonekê bide avakirin. Di koordînasyonê de kesên pispor û taybetmend yên ji hemû zaravayên kurdî hebin û cih bigrin.
-
Pêwîste li herêman tevî saziyên ziman û perwerdeyê, malbatan bide birêxistinkirin.
-
Ji bo ku ev tundutîjiya bişaftinê bê berteref – pûç kirin, li welêt hemû mal weke dibistaneke zimanê kurdî bên organîzekirin.
-
Di serî de, ji bo ku zaroyên wan di dibistanan de perwerdeya zimanê kurdî bibînin, bitenê vebijêrka zimanê kurdî qebûl bikin û çi dibe bila bibe, perwerdeya li ser vebijêrkên din bên redkirin.
-
pêwîste komîsyon di welêt de ji bo dewlemendkirina ziman ji zimanzan, pedagog, antropolog û sosyologan tîmên lêkolînê damezrînin û di nav gel de bi berhevkirina peyvên nuh û modêrn ferhengên heyî dewlemend bikin.
-
pêwîste komîsyon pirtûk û materyalên fêrbûna zimanê kurdî yên ku hene, tomar bike û tevî dîtinên saziyên têkildar materyalên hevbeş amade û çap bike.
-
pêwîste ji bo malbatan programên pedagojîk yên televîzyonan amade bike û ji bo bikaranîna zimanê dayikê malbat bêne perwerdekirin. Li ser vê mijarê rêzefîlm û ji bo zaroyan xêz-kartonfîlm bên amadekirin û weşandin.
-
pêwîste li dîasporayê li hemû welatan ji bo perwerde û fêrkirina zimanê dayikê xebat û dîplomasiyeke şênber bê kirin. Ji bo vê jî hemû rêxistinên siyasî, civakî û sivîl pisgirêkên xwe aydolojîk bidin aliyikî û xebatên hevbeş encam bidin.
-
Ji bo berhevkirina belgename û xebatên ku li ser zimanê kurdî hatine kirin, ji akademîsyenan tîmên lêkolînê bên avakirin. Li ser vê mijarê bi unîversîteyan re têkiliyên mikum bên avakirin.
-
pêwîste di hemû sazî û rêxistinên siyasî, civakî û sivîl de axavtina bi zimanê kurdî bête ferzkirn.
-
pêwîste di bin serperiştî û sîwana KNKê de ji nav her çar beşên Kurdistanê wêjevan kom bibin û festeval, kongre û konferansên wêjeyî bêne lidarxistin.
-
Pêwîste li bakurê Kurdistanê hêmû şaredarîyî di hêla fêrkirin û perwerdeya zimanê kurdî de derfetên xwe yên rêveberî û yasayî bi kar bînin û ji bo vê meremê serferberiyê bikin.
-
Ji bo zêdetir pêşdebirin û xizmetkirina zimanê kurdî li Başûrê Kurdistanê, pêwîste hikûmeta herêma Kurdistanê xwedî siyaset û plansaziyeke berfireh a zimanî be.
Komîsyona Ziman, Çand û Perwerde ya KNK
07.09.2024