Di Yekemîn Salvegera Terorkirina Heval Denîz de li hemberî Êrîş û Terora Dewleta Tirk Rawestin

vê gotarê parve bikin

Di Yekemîn Salvegera Terorkirina Heval Denîz de li hemberî Êrîş û Terora Dewleta Tirk Rawestin

Beriya salekê di 18’ê Îlona 2023’an de li nava ofîsa KNK ê li bajarê Hewlêrê heval Denîz Cevdet Bulbun ’’Denîz Hêvî’’ hate teror kirin.

Her çend rayedarên ewlehiyê di destpêkê de gotin ku kujer hatiye girtin, lê piştre gotin ew reviyaye û ne li herêma Kurdistanê ye. Piştî nêzîkî salekê û piştî çendîn rûniştinan, dadgeha tawanan ya Hewlêrê di dawiyê de li gor madeya 2 li ser tawana kuştinê û sîxorîkirin jibo dewletekê ya yasaya dije-Terorê, 27 sal cezayê zîndakirinê ya heta hetayî li du tawanbaran birî.

Tevî ku ev destpêkek baş e, lê heta ku kujerê sereke bê girtin û cezakirin û destên dezgehên sîxurîyên welatên cîranên herêmê bi dawî bibe, emê di Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de li ser van dozan li hundir û dervey welat bi cidî dixebitin. Her wiha erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgehên ewlekarî ye ku asayîşa çalakvan û azadîxwazên parçeyên Kurdistanê biparêzin, kujer û sîxuran bibînin û wan radestî dadgehê bikin.

Di demekî ku em salvegera terorkirina Denîzê xizmetkarê welat, ziman û çanda kurdî bi bîr tînin, Kurdistan di bin dagirkeriyê û êrîşên balafirên dironan de ye û teror jî bûye haletekî diyardeyek û rojane xelkê sivîl, jin, zarok û rojnamevanan bi armanc digirin. Ti kesekî azadîxwaz û dijî dagîrkerîyê ji jiyana xwe ne bawer e.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bang li saziyên fermî yên Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê dike ku erkên xwe yên destûrî û yasayî yên li hember ax û gel pêk bînin û bi komployên dewletên dagirker re hevkariyê nekin û li dijî dagîrkerîyê rawestin.

Careke din ruhê şehîd Denîzê xebatkarê tevgera azadîyê, xizmetkarê çand û zimanê kurdî şad be. Weke her car jî emê jibo rêkarwanê te bi wefa bin ê heta kujer û alîkarên wan bên ceza kirin, li xebata xwe berdewam dibin û vê dozê bi zindî bihêlîn.

Konseya Rêbebir ya KNKê

18.09.2024

Encamnameya Konferansa Komisyona Ziman, Çand û Perwerdeya KNK’ê
Salvegera duyemîn a şoreşa “Jin – Jiyan – Azadî” Pîroz be