Salvegera duyemîn a şoreşa “Jin – Jiyan – Azadî” Pîroz be

vê gotarê parve bikin

Salvegera duyemîn a şoreşa “Jin – Jiyan – Azadî” Pîroz be

Di ser şoreşa jin-jiyan-azadiyê re du sal derbas bûn. Em vê salrojê bi ruhê têkoşîn û berxwedanê di kesayeta keça Kurd a qehreman “Jîna Emînî” û hemû yên ku ji bo azadî û wekheviyê canê xwe feda kirine bi bîr tînin. Her wiha em silavên xwe ji hemû cangoriyên azadiyê û malbatên serbilindên şehîdan re dişînin.

Ji sala 2022’an û vir ve, piştî kuştina hovane ya Jîna Emînî ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve, jinan serhildaneke mezin li rojhilatê Kurdistanê û li seranserê Îranê dane destpêkirin. Serhildan li dijî fişarên deshilatdarên Komara Îslamî ya Îranê li dijî çewisandina gelên azadîxwaz di bin dirûşmeya “jin – jiyan – azadî” de, bi awayekî xxwezayî û bi armanc bûn.

Di bin siya têgehê “jin – jiyan – azadî” yê ku bûye çemkekê cîhanî û mohra wê ketin ser rûpelên dîrokê û Jinên cîhanê li dora vê dirûşmeyê kom bûn û hatin cem hev.

Îro li her çar aliyê cîhanê jin li dijî polîtîkayên çewisandin, bindestkirinê, newekhevî û koletiyê têdikoşin, berxwedidin. Jin di rastiya felsefeya “jin – jiyan – azadî” de dengê xwe bilind dikin.

Prensîb û şertê serketina jinan ya di bin vê dirûşmê de ji têkoşîna sed salî ya jinên kurd ya li dijî zîhniyeta faşîst a Daişasa ya dewletên dagirkerên Kurdistanê tê. Jinên rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku xwedî ezmûnên têkoşîna li dijî zîhniyeta baviksalarî û kevneperest in, berxwedana xwe berdewam kirin û îspat kirin ku tevî fişar û siyaseta qirkirin û çewisandina rejîma kevneperest, ewê ti carî serî neçemînin û ji bona azadî û wekhevîyê xebatê bikin.

Ev têkoşîna jinên kurd desthilatdariyên serdest ewqasî tengav kirine ku bi xemsarî serî li her cure zulm û zoriyekê li dijî jinan. Li vir jinên ku ji bo desthilatdaran bûne sehma tirsê hêz, bawerî û hêviyê didin şervanên û têkoşerên azadiyê. Ji ber vê yekê êrîş, fişar û destdirêjîya li ser jinan zêde kirine.

Desthilatdarî û dewletên dagirker y yên Kurdistanê bi hêz û îradeya jinan bi fikar û nîgeran in. Ji ber vê çendê jin bi taybetî jî jinên kurd çendî xwe bi hêz û xwe birêxistin bikin, wê ew qas desthilatdarî û dewlet siyaseta xwe ya tundutujiyê li ser wan zêdetir bike.

Rejîma Îslamî ya Îranê hêza tekoşîna jinan baş nas dike! Bi derkirina sizayên giran û bi taybetî jî cezayê darvekirinê li ser jinên çalakvan û têkoşer weke tolhildanê dixwaze rêya vê berxwedanê berteng bike û rê li ber wê bigire. Lê ne polîtîkaya tirsandinê û ne jî sêdare kirin rê li pêşiya têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan bibe asteng. Desthilatdarî qet nikare jinan bindest bike û bi kuştin û îdamkirinê, xebata jinan rawestîne.

Ji ber vê yekê îro li gelek deverên cîhanê têkoşîna jinan bi îrade û cesareteke bilind bi pêş ve diçe û çiraya têkoşîna wan geş û geştir dibe.

Em di Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK de bang li jinên kurd ên li Kurdistanê û jinên li derveyî welat dikin ku bi ruhê pîroz yê şoreşa “Jin-Jiyan-Azadî” bibin yek û têkoşîneke hevpar a mezintir bimeşînin.

Em bang li hemû rêxistinên navneteweyî, saziyên demokratîk û tevgerên jinan dikin ku li dijî polîtîkaya îmha, kuştin û sêdaredana jinên kurd û çalakvanên azadiyê bibin xwedî helwest.

Komîsyona Jina ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – KNK

14.09.204

Di Yekemîn Salvegera Terorkirina Heval Denîz de li hemberî Êrîş û Terora Dewleta Tirk Rawestin
DADGEHA DOZA TERORKIRINA CANGORÎ DENÎZ CEWDET