DADGEHA DOZA TERORKIRINA CANGORÎ DENÎZ CEWDET

vê gotarê parve bikin

DADGEHA DOZA TERORKIRINA CANGORÎ DENÎZ CEWDET

Endam û nênerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNKê li başûrê Kurdistanê Denîz Cewdet Bulbun (Denîz Hêvî) di 18 Îlona 2023 an li bajarê Hewlêra başûrê Kurdistanê di encama êrîşeke çekdarî ya MÎT a Tirk de hat teror kirn û şehîd bû.

Eşkere ye ku başûrê Kurdistanê tije ye ji dezgehên sîxurî yên welatên Cîhanê. Bi taybetî jî sîxurên dewleta Tirkiye û MÎT ê gelek komên teroristî ava kirin e. Di wê çarçoveyê de komeke teroristî ya bi pêşengiya dezgeha MÎTê pilana kuştina Denîz Hêvî darxist û ew teror kirin. Pişt re hêzên asayişa Hewlêrê du tometbarên ku destê wana di wê bûyera tawanê de hebûn hatin girtin.

Pêştir çend carinan bêyî rûniştina dadgehê, doz hat paşxistin. Piştî derbasbûna salekê bi ser tawanê, dadgehê di du rûniştinan da biryar dan. Li 10.09. 2024 an di rûniştina dawîya dozê de ku li ser dadgehkirina her du tawanbar C.S û N.E a li ser keysa terokirina Denîz Hêvî hat li dar xistin, dadgeha tawanan ya Hewlêrê li gor madeya 2 ya qanûna dije terorê ya hikûmeta herêma Kurdistanê biryara zindanê ya heta hetayî li ser her du tawanbaran da.

Di qonaxa lêkolîna bergumanan de, her du tawanbar li hember dadwerê vekolîna asayişê dan bi wê yekê kirin ku wana kar jibo dezgeha sîxuriya Tirkiye kirine û di dema terokirina şehîd Denîz de alîkarîya ajansê kirine. Herweha ji bilî wê jî dan bi hindê dane ku li bin fermana dezgeha MÎT ê karê sîxuriyê encamdane û li hemê bajarên başûrê Kurdistanê ( Duhok, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Kelar) torên sîxurrîyê ava kirine û çavdêrîya bi dehan kesan li wan bajêran kirine.

Li gorî lêkolînên asayîşê heşt 8 gumanbarên dinê ku dosyaya wan di asayîşê de li ser kuştina şehîd Denîz tên lêgerîn.di nava wan de bikujê sereke û herweha çend karmend û efserên dezgeha sîxurîya MÎTa Tirkiyê jî hene.

Ji bilî cezaya heta hetayî yê li ser vê keysê, asayîşa herêma baûûrê Kurdistanê bi tometa sîxurî kirinê û têkdana asayîşa herêmê dadgehê N.E bi 10 sal û C.S bi 7 salan zîndan ceza dan.

Em, Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK heta dawîyê dê vê dozê bişopîne. Pêwîste hemû tawanbar yên rasterast teror encam dayî û tevaya efserên MÎTê û hemû ew sîxurrên ku ev tawan pilan kirine bêne eşkere kirin û bêne darizandin û sizadan. Heke ne wisa be! toreke berfireh ya sîxurrîyê bi pêşengîya MÎTê dikare di peşerojê de hîn zêdetir kiryarên teroristî pêk bîne.

Ji bo nehiştina van tawanan, di serî de erkê hikûmeta başûrê Kurdistanê ewe ku êdî derî ji bo dezgehên sîxurî veneke, belku wana eşkere bike û rê li ber wan bigre.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK spasîya hemû wan welatparêzên dilsoz ên ku di rêya doza şehîd Denîz Hêvî de ked dane ê ked didin. Bi taybetî jî tîma parêzeran ên ku ked dane û doz gihandî vî astî.

Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK

11.09.2029 Brûksel

Salvegera duyemîn a şoreşa “Jin – Jiyan – Azadî” Pîroz be
Bi Şehîdkirina rojnamevanan, Dengê azadîya gelê me qut nabe!