Bi Şehîdkirina rojnamevanan, Dengê azadîya gelê me qut nabe!

vê gotarê parve bikin

Bi Şehîdkirina rojnamevanan, Dengê azadîya gelê me qut nabe!

Îro 23ê tebaxa 2024an dewleta Tirk a dagîrker li herêma Seyid Sadiq, a başûrê Kurdistan êrîşî tîmeke rojnamevanên ‘’ Çira Medya’’ yê kir û di encamê de 2 rojnamevan “Hêro Behadîn ku ji bajarokê Sengawê û Gulista Tara, a ji bajarê Êlihê (Batmanê)” şehîd bûn. Dewleta dagîrkera Tirk bi berdewamî hemû şêwazên şer û fişar li dijî gelê kurd, şoreşê û destkeftên gelê kurd bikar anîye, lê nekarîye li wir cesareta gel û berxwedana bi lehengî, ya gelê me bişikîne û komplo pîlan û êrîşên wan, ên li pey hev hatîne pûçkirin.

Her çendî Ev êrîşên li dijî rojnameger û dengên azad, ên gelê me bûbin sedema windayî û cangorîbûnên mezin jî, lê dîsa mebestên dewleta Tirk bê encam dimînin. Rojnamevanên wêrek û rastbêj her tim dengên gel, ên rast, durustê û mafên wan, ên rewa bûne. Her tim wan rastîya dagîrkerî, zordarî û bêdadîya dijmin û dagîrkeran eşkere kirine. Lewma ne ecêb û xerîbe ku dewleteke şovînîst û dagîkera serdemî, ji pênivîs û kamîreyên rojnamevanan bitirse.

Em wekî komîteya ragehandinê, ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNK ê, sersaxîyê ji malbat, dost û hevrêyênher du cangorîyên dengê azadîyê re dixwazin û ji birîndaran re jî şîfa û çakbûnê dixwazîn.

Em vê tawana hovane ya dewleta Tirk û desthelatdarîya Erdogan û Bahcelî bi tundî şermezar dikin.

Em soza xwe ji gelê xwe re dubare dikin, ku nehêlin çira û ronahîya van rojnamevanan vemire! Emê tekoşîna wan, a ji bo eşkerekirina rastiya faşîzm û dagîrkerîya dewleta Tirk berdewam bikin.

Komîteya Ragehandinê ya KNKê

23.08.2024

DADGEHA DOZA TERORKIRINA CANGORÎ DENÎZ CEWDET
40. Salvegera 15ê Tebaxê Pîroz be