Pîrozbahiyê li gelê Kerkûkê dikin

vê gotarê parve bikin

Ji Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê re

Pîroz bin,

Em wek Kongreya Netewî ya Kurdistanê bi dilgermî pîrozbahiyê li gelê Kerkûkê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û parêzgarê nû yê Kerkûkê birêz Rêbwar Taha dikin. Em hêvîdar in ku ev qonaxa nû bibe pêngavek ji bo pêkvejiyana aştiyane û hevpejirandina li bajarê girîng yê Kerkûkê. Ev sed sal in ku aktorên curbicur hewl didin ku demografyaya Kerkûkê biguherînin û wê ji Kurdistana berfireh jê bikin, û em hêvîdar in ku êdî ev proseya neadilane bi dawî bibe.

Em hêvîdar in ku birêz Rêbwar Taha weke parêzgarê nû, yê ku ji zimanê welatiyên xwe yên piraniya wan Kurd têdigihêje, birînên ku xelkê Kerkûkê ji ber neheqî û dubendiyê di van salên dawî de kişandine, derman bike. Em bang li hemû xelkê Kerkûkê û hemû Kurdan dikin ku di vê erkê de piştgirî û hevkariya wî bikin.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê gelek giring dibîne ku hemû aliyên Kurdistanî û pêkhateyên din ên bajêr hevkar bin û bicivin ji bo dabînkirina pêşerojeke baştir a ji bo bajarê xwe û jinavbirina zulma rejîma Baas bi rêya cîbicîkirina madeya 140 a destûra bingehîn a Iraqê.

Kerkûk bajarekî yê pêkvejiyana dîrokî ye. Welatên herêmê ji ber cihê wê yê stratejîk, çavkaniyên dewlemend ên bin erdê û şaristaniya qedîm, hertim destwerdan li herêmê kirine û rê li ber başbûna xelkê wê nagirin. Lê belê ev pêvajoya çerxî heta hetayê nikare bidome, ji ber ku gel hesreta edalet û heqîqetê ye.

Careke din em pîrozbahiyê li hemû xelkê Kerkûkê dikin û pêşerojeke geş ji wan re dixwazin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê

11.08.2024 Brukselê

40. Salvegera 15ê Tebaxê Pîroz be
Li Êraqê Girtin û Qedaxekirina Partîyên Siyasî Dijî Destkeftiyên Gelê Kurde!