Li Êraqê Girtin û Qedaxekirina Partîyên Siyasî Dijî Destkeftiyên Gelê Kurde!

vê gotarê parve bikin

Li Êraqê Girtin û Qedaxekirina Partîyên Siyasî Biryarek Siyasîye û Dijî Destkeftiyên Gelê Kurde!

Encûmena Bilinda Dadweriya Iraqê, roja 05.08.2024an biryarek ragihand ku 3 partîyên siyasî yên Êraqê û Herêma Kurdistanê, Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ) û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê werin girtin. Ev biryarek siyasîye û li ser zextên dewleta Tirkiyê hatîye standin.

Weke tê zanîn eve demeke dirêje, hatûçûn û serdanên heyetên her du welatan zêdebûne û li van hevdîtin û rûniştinan de dijê Tevgera Azadîya gelê Kurdistanê, gelek xalan de li hevkirine. Herî dawî 22.04.2024an de Serokkomarê Tirk Erdogan serdana Êraqê kir û di encamê de di navbera her du welatan de, 26 peyman hatin imzekirin. Di nava van peymanan de yên herî giring ewbûn ku dijê Tevgera Azadîya gelê Kurdistanê ne. Divê hemî Kurd û Kurdistanî bizanin Serdan û lihevhahatinên dagirkeran ne li ser xêrêne. Piştî vê serdanê hukumeta Êraqê PKK weke hêzeke qedexe bi navkir û kete di nava xebatên dijber de. Niha jî 3 partîyên dî yên Kurdî jî qedexe dike.

Di 10. salvegera jenosîda Şingalê de, qedexekirina Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ), ne tesedûfe. Biryara ji navbirina vîn û îrdeya bawermedên Êzidî ye û berdewama êrîşa DAIŞê ye.

Ev biryar û ev kiryar belkî niha dijê hinek partîyên Kurdistanî tê xuyakirin, lê di encamê de dijê hemî gelê Kurdistanê ye û têkbirina deskevtên gelê me amanc digre. Bi van biryar û kiryarên xwe hukumeta Êraqê, hêdî hêdî dikeve ser aqlîyet û xeta partîya Baas. Eger pêşîya vê siyasetê neyê girtin, statûya federal ya Herêma Kurdistanê jî di navde, hemî deskevtên gelê Kurd wê têkbiçin. Divê hemî hêzên Kutdistanî, hemî hêzên demokrat yên Êraqê û hemî Êraqîyên ji welatê xwe hezdikin, vê tehlîkeyê bibînin, vê meseleyê ciddi bigrin û li dijê vê helwestê rawestin.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ), du partîyên Kurdistanî ne û heman demê de endamên KNKê ne. KNK dijê girtin û qedexekirina partîyên siyasî ye. KNK van partîyan weke partîyên dî partîyên meşrû û rewa dibîne. KNK biryara Encûmena Bilinda Dadweriya Iraqê, weke biryarekî siyasî dibîne, red û şermezar dike.

Bi vê munasbetê em weke KNK bang li hukumeta Êraqê dikin û dibêjin ev rêya we girtî rêyek şaşe û rojeke zûtir vê helwesta xwe biguherin û vê biryarê paşde bigrin.

Herweha em bang li hemî hêz, partî û sazîyên Kurdistanî dikin ku li hember vê biryarê rawestin û deskevtên gelê Kurdistanê biparêzên.

Konseya Rêvebir ya KNKê

07.08.2024

Pîrozbahiyê li gelê Kerkûkê dikin
Dehemîn Salvegera Jenosîda Şingalê