KNK li dijî êrişên nijadperest banga xwedî derketina li çand û zimanê Kurdî dike

vê gotarê parve bikin

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li dijî êrişên nijadperest banga xwedî derketina li çand û zimanê Kurdî dike.

KNK’ê li dijî êrişên nijadperest ên li ser çand û zimanê Kurdî bang li gelê Kurd dike ku her mal, wargeh û qada jiyanê bi rengê neteweyî bixemîline.

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrişên nijadperestî yên dewleta Tirk ên li ser nirxên gelê Kurd daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate ragihandin:

“Kuştin, qirkirin û talanên dewleta faşîst ku bi salane anîne serê Kurdan ne besin êdî li hemberî dîlana ciwan Kurd jî xwe ranagirin, wan diavêje zindanan. Nivîs, sembol û nîşaneyên bi Kurdî yên ji aliyê şaredariyên Bakurê Kurdistanê ve yên li ser rê û kolanan hatine nivîsandin radike. Ji xwe berê jî nivîsên Kurdî yên li ser kêlên cangoriyan hatin nivîsandin rakiribûn û posterê Ehmedê Xanî şikandibûn, gelek tawanên din jî kiribûn.

Eger wiha dewam bike û li hember vê neteweya Kurd bêdeng bimîne, wê planên nijadperestiyê berfirehtir bin û heta wê kal û pîrên me jî ji ber nezanîna zimanê Tirkî ceza bikin. Ev destpêka pêleke nû ya faşîzm û nijadperestiyê ye. Komara faşist a Tirkiyê dixwaze destketiyên têkoşîna me ya 100 salan tine bike. Lewra baş dizane gelê Kurd di Rojhilata Navîn de neteweyeke kevnar û resen e, her tim jî li ser axa xwe jiyaye û xwediyê dîroka hezarê salan e. Ji ber wê dixwaze bi kiryarên nijadperestî bîrdank û heyî û samana neteweyî yên Kurdan, çand, huner, wêje û dîroka wan ji holê rake.

Her netewe bi ziman, wêje, çand û hunera xwe li ser piyan dimîne. Eger ev yek tine bibin bê guman wê ew netewe jî hêdî hêdî tine dibe û ji hofka dîrokê radibe.

Vê komara faşîst ev zêdetirî 100 salin gelek komkujî bi serê me Kurdan de anîne, lê divê em bizanin komkujiya herî giran bişaftin û asîmîlekirina gelê Kurd û gelên xeyre Tirk, tinekirina nirxên wan yên neteweyî û mirovî ne. Ji bo şikandin û lawazkirina nijadperestiyê, di serî de saziyên Kurdî, rewşenbîr û siyasetmedar divê gelê Kurd û Kurdistanî bi tevayî li hemberî van kiryar û reftarên dewleta nijadperest helwesta xwe ya netewparêzî nîşan bidin û her mal, wargeh û qada jiyanê bi çand, huner, wêje, folklor û dîlanên gelerî bixemilîne û rihê neteweyî xurttir bike.”

Dehemîn Salvegera Jenosîda Şingalê
KNK’ê bi boneya salvegera Şoreşa Rojava banga yekitî kir