Sersaxî ji bo karesata binavbûna keştiya penaberan

vê gotarê parve bikin

Mixabin di wan rojên derbasbûyî de li peravên Îtalyayê keştiyeke koçberan binav bû u têda hejmarek jî Kurd bi dehan kes can xwe ji dest dan, em wek Kongreya Netewî ya Kurdistanê sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û sebr û aramiyê ji bo malbat û kesûkar wan dixwazin.

Di heman demê de berpirsên sereke yên mirina wan ciwanên Kurd, hikûmeta Herêma Kurdistan û Rijîma Îranê ne, Ji ber ku bêkarî, gendelî, pirsgirêkên aborî u zehmetiyên jiyanê wan neçar kiriye ku riya mirin û pêlên deryayê bo gihîştin bi jiyaneke nû u aram hilbijêrin.

Erka hikûmetê dabînkirina jiyana xelkê û vegerandina aramiyê û garantiya paşerojê ye ku xelk bikaribin li welatê xwe bijîn û di bin şert û mercên asayî û yasayî de ji bo geşt, xwendin û  …. sefer biken, ne ji bo jiyan û hêlîneke aram, neçar bimînin ku riya mirinê hilbijêrin.

Careke din em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin, em êş û azarên mezin yên malbatên qurbaniyên vê bûyera diltezîn parve dikin!

Konseya Rêvberi ya KNK

Encamnameya Civîna 28’mîn a Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî
Karesata şewatê ya Li Amed û Mêrdînê bûyerek tesadûf nîne!