Karesata şewatê ya Li Amed û Mêrdînê bûyerek tesadûf nîne!

vê gotarê parve bikin

Duh êvarî li deverên di navbera navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê de, agirek mezin li xwezayê ket û di devereke qasê 66 kîlometran bilav bû. Herêmek berfireh şewitî, di vê deverê de dehan gund û mezrayan zererên mezin dîtin, zevî, baxçe, dar û daristan hemî şewitîn û hezran ajêl (heywan) telefbûn. Karesata herî mezin jî ew bû ku di encamê de 11 mirovan jiyana xwe ji dest da û 78 kes jî birîndarbûn.

Jiber vê karesata mezin, em gelek xemgînîn û êş û xemgînîya gelê herêmê û mexdûran parve dikin. Herweha em weke KNK, sêrîde ji kesên jiyana xwe ji destdayî re rehmetê, ji malbat û hemî gelê Kurdistanê re sersaxîyê, ji birîndan re şifayên lezgîn dixwazin.

Karesatekî ev qas mezin û berfireh tesadûf nîne. Gorî agahîyên ji deverê têne, eger tiştekî qestî nebe jî, ihmal, kêm û qusûrên rêveberîya sazîyên dewletê bûne sedemê vê karesata mezin. Şahidên bûyerê û xelkê deverê dibêjin, agir ji stûnên (dîrek) elektrîkê derketiye û bilavbûye. Xelkê herêmê gelek caran berpirsyarên dewletê hişyar kirine ku ev stûnên elektrîkê seqetin û divê bêne tamîrkirin.  Lê sazîyên peywendîdar tedbîr negirtine. Ev ihmal, kêm, qusûr û pêştguhkirin, piştî bûyerê jî berdewamin. Di wextê xwe de tîmên erkdar neketin nava tevgerê û wextê xwe de mudaxeyên pêwîst nehatin kirin. Lewma jî karesat evqaz mezinbû.

Sazîyên dewletê û hukumeta AKP-MHPê, ji vê karesatê berpirsyarin. Divê bûyer bi hemî awayî bête lêkolînkirin û berpirsyar derkevin holê û hesab ji wana bête pirsîn. Herweha divê zerer û ziyana mexdûran bête tezmînkirin. Hukumeta AKP-MHPê ji karesatê berpirsyare, em hemî berpisyaran bi tundî şermezar dikin.

Xelkê wê deverê mexdûrin û pêwîstîya wan, bi hemî cureyê alîkarîyê heye. Li ser vê, em bang li hemî gelê Kurdistanê û sazîyên xêrxwazîyê dikin ku berê xwe bidin herêmê û xwedî li mexdûran derkevin. Emê jî bi hemî hêza xwe ve li ser bûyerê rawestin û li gel mexdûran cihê xwe bigrin.

Bi vê munasbetê, em carek dî ji malbatên windayîyan û ji hemî gelê Kurdistanê re sersaxîyê dixwzin.

Konseya Rêvebir ya KNKê

21.06.2024

Sersaxî ji bo karesata binavbûna keştiya penaberan