Sal 1984, roj 15ê Tebaxê. Kurdistan û Tirkîye di bin îdareya cuntaya faşîst ya 12ê Îlona 1980ê da dinalîya. Zulmeke bê hed û îşkenceyên hovane, jîyan li xelkê heram kirîbû. Zindan bi azadîxwazan ve hatibûn tejî kirin. Cuntaya faşîst adeta xwelîya mirinê bi ser xelkê da reşandibû. Tirsa girtin û mirinê hatibû hakim kirin. Di nav wan şert û mercên giran da, xelkê Kurd û pêşengên Tevgera Azadîya Kurdistanê, serî li hember zulma dewleta Tirk netewandin, serê xwe şor nekirin, berxwedaneke xurt bilind kirin. Ji zindanan heta hemû meydanên jîyanê, têkoşîneke fedakarane hate organîze kirin. Belê bedelên mezin hatin dan, lê beramberî wê zulma dewletê, alaya azadîyê jî hate bilind kirin.
Di wê atmosfera dijwar da têkoşîn û berxwedaneke wêrekane hate nîşandan û bi teqandina fîşeka 15ê Tebaxê ya 1984ê, banga azadî û rizgarîya Kurd û Kurdistanê li seranserê Kurdistan, Tirkîyê û Cihanê careke dî hate îlan kirin. Di wê hemleya mezin û dîrokî da, vê carê Dihê (Erûh) û Şemzîna, bûne meydanên destpêka têkoşîna rewa û meşrû ya çekdarî, li Kurdistanê. Bi wê hewildanê ve çirîska şoreşa Kurdistanê bû agirekî gur û geş li welat û Rojhilatanavîn. Egîdê egîdan bi komeke şervanên azadîyê dest pê kirin û îro bûne hêzeke mezin ya gerîlla li Kurdistanê û li Rojhilatanavîn. Di tekoşîn û berxwedana doza Kurdistanê da, ev gav bi serê xwe pêngaveke û serkevtineke mezine.
Di salvegera 40. ya 15ê Tebaxê da, dewleta Tirk êrişkarîya xwe bi hemî rê û metodan didomîne. Dewleta Tirk li beramberî berxwedan û têkoşîna şervanên azadîyê, xelkê Kurd û hemû Kurdistanîyan, ketîye nav eczeke kûr. Bi vê hirs û kînê, şer û êrişkarîya xwe her diçe zêdetir dike. Di vê kiryara xwe ya dijî mirovahîyê da hemû çek û sîlehên birandina jîyanê bi kar tîne. Ji hewayî, ji erdê bombeyên kîmyewî û jahrê li ser xelkê û şervanên me dibarîne. Digel jîyana mirovî, xweza û jîngeha Kurdistanê jî kirîye cehnem. Ji Dêrsimê heta Hekarîyê, ji Qersê heta Mereşê çu çiya, dol û newal nehêlan ku bombeyan nebarîne.
Êrîşên dewleta Tirk tenê li Bakur nînin, li Rojava û li Başûr jî berdewamin. Li van herdu parçeyan jî, êrîş dike û herêman dagir dike. Eve serê çend salane li rojava û li başûr vê dagîrkerîya xwe roj bi roj firehtir dike. Eve pênc salin, li deverên Xakurk, Heftenîn, Metîna, Zap û Avaşin bi hemî hêza xwe ve û bi çekên qedexe (kîmyewî, fosfor, taktîk nukleer) bê sînor êrîşan dike. Sêrîde li van herêman û li seranserê Kurdistanê, ji terf Gerîlayên Azadîya Kurdistanê ve bi ruhê 15ê Tebaxê, berxwedanek xurt û bê hempa tê meşandin.
Dewleta Tirk îro zivirîye rojên berê yên salên 80yî û dixwaze berxwedana xelkê Kurd, bizava rizgarî û azadîya Kurdistanê bifetisîne. Sîstema dad û dadgehê bûye toqa girêdan û esareta têkoşerên Kurdistanê. Dîsa ji berxwedêrên doza Kurdistanê zîndan tejî kirine. Şiddet û îşkenceya ji alîyê polîs û leşkeran ve, li ser hemû xelkê Kurdistanê bûye karekî rûtîn yê jîyanê. Bi navê Kurdî û çanda Kurd çi heye, ji xwe re dike amanc. Êrîşê dawet û govendan dike, govendkêş û mûzîsyenên Kurdî binçav dike, çand û mûzîka Kurdî qedexe dike.
Lê belê ev liv û kiryar, ev hemî hewildan pûç û bê binî ne. Kurd, Kurdistanî bi ruh û giyanê pêngava 15ê Tebaxê, di nav berxwedan û têkoşîneke xurt da ne. Binkevtin ya dewleta Tirk e. Koalîsyona şerxwaz û êrîşkar ya AKP-MHP-Ergekonê, li ber têkçûnêye. Serkevtin ya Gelê Kurdistanê ye.
Li alê dî mîmarê pêngava 15ê Tebaxê Birêz Abdullah Öcalan, eve 26 salin di zîndana Îmaralîyê de di bin zext û tecrîdeke girankirî de ye. Eve 40 mehin ji wî û ji hevalên wî çi agahdarî nayêne girtin. Ev rewş rewşeke xeternake û nayête qebûlkirin û divê hemî Kurdistanî û dostên Kurdan li hember vê rewşê di nava xebat û çalakîyandebin. Bi vê munasebetê em weke KNK carekî dî, di kampaya “Ji Birêz Abdullah Ocalan re Azadî – Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de cihê xwe digrin û bang li hemî kurdistanîyan û dostên Kurdan dikin ku tevlî vê kampanyayê bibin û vê kampayayê xurttir bikin.
Bi van bîr û hiziran em wekî KNK, salvegera 15ê Tebaxê ya 40. bi dilgermî li gelê Kurd, xelkên Kurdistanê û dostên gelê Kurd pîroz dikin, şehîdên şoreşê bi rêz û hurmet bîr tînin, li ber bîranîna wan bejna xwe di tewînin. Çi şehîd, çi sax yên ku ev gava dîrokî avêhtine û dane avêhtin, bila silava herî mezin li wan be, em hemî deyndarê wana ne û emê li ser şopa wan bimeşin. Herweha em şopdarên Egîdê egîdan, sêrîde yên ku niha li Qada Parastina Medya berxwedidin û hemî şervanên azadîya Kurdistanê silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.
Konseya Rêvebir ya KNKê
15 Tebax 2024, Bruksel